Jiyan

Hezjêkerên wêneyan wêneyên sosinên avê yên quntarê Çiyayê Sîpan kişandin

Necmettin Karaca  | 15.06.2021 - Rojanekırın : 17.06.2021
Hezjêkerên wêneyan wêneyên sosinên avê yên quntarê Çiyayê Sîpan kişandin

Van

Li Erdîşa navçeya Wanê ku sînorê wê bi Çiyayê Sîpan ra heye, di qadên avî da sosinên avê yên zer û spî hêşîn dibin û kesên ku ji kişandina wêneyan hez dikin, ev sosin bala wan dikişînin.

Sosin her sal di dawiya meha gulanê da der û dora golên li quntara Çiyayê Sîpan hêşîn dibin û bi bedewiyên xwe va merivan dixin hejmetkarê xwe.

Sosinên avê li gelek deran tên parastin, ev sosinê quntara çiyê jî serê sibehê bi derketina tavê ra vedibin, danê nîvro tên girtin û dikevin binê avê.

Endamên Komeleya Wênegiran a Gerdûnî ya Erdîşê çûn herêmên ku gol lê hene û wêneyên sosinên avê kişandin.

Meryem Bîlgîna ku wêneyên siruştê dikişîne, ji nûçegihanê AAyê ra got ku wan tulumên xwe li xwe kirin ku wêneyên sosinên avê yên quntarê Çiyayê Sîpan bikişînin.

Bîlgînê daxuyand ku wê cara ewil sosinên avê dîtin û wiha dewam kir, "Ev der pir xweş e. Li ser tepa çiyê çar demsal berf heye, lê quntarê wê gul û sosin û çîçekên rengîn hene. Ez pêşniyaz dikim ku hemû wênehez vê derê bibînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.