Heywandar alifê pez bi xizek û erebeyên guhdirêjan dibin ser dirûngeyê
Li Mûşê heywandar di hişkî û seqema zivistanê da alifê pez bi xizek û erebeyên guhdirêjan dikişînin ser dirûngeyê û heywanan wisa alif dikin
Muş
MUŞ (AA) - Li Mûşê heywandar di hişkî û seqema zivistanê da alifê pez bi xizek û erebeyên guhdirêjan dikişînin ser dirûngeyê û heywanan wisa alif dikin.
Li gundê Çukurbagê yê Mûşê ligel sir û sermaya demsalê, heywandar baş miqateyî ajalên xwe dibin ku pê debara xwe dikin.
Heywandar ji lod û kadînên ku havînê çêdikin, bi xizek û erebeyên guhdirêjan ka, kes û giha dibin ser dirûngeyê û herwiha pez pê alif dikin.
Xelkê gund Bişar Tuncel diyar kir ku ew debara xwe bi heywandariyê dikin û lewma jî demsala zivistanê ji ber şertên xwe yên giran ên hewayê ji bo wan dijwar derbas dibe.
Tuncel wiha xeberda, "Em ji dewletê alîkariya yêm dixwazin. Em sibehê zû radibin. Em alifê heywên amade dikin. Em salê 6 mehan li ser berfê li dirûngeyê ka, kes û ceh didin heywanan. Heywandarî zehf dijwar e wekî ku ji derva va dixuyê nîne."
Îsmaîl Tuncel jî diyar kir ku ew sibehê zû heya êvarê bi heywanan ra eleqedar dibin û wiha dewam kir, "Em debara xwe bi tenê bi heywandariyê dikin. Em zivistanê qedera 6 mehan heywanan alif dikin. Ji ber vê çendê jî gava berf dibare em gelekî zehmetiyê dikişînin. Hewa zehf sar e, em bi erebeya guhdirêjê ka û kes tînin û didin heywanan."