Hewl tê dayîn ku Kemaliyeya navçeya Erzincanê bi mayînde di nav "tora bajarên aram" da cî bibe

Erzincan
Kemaliyeya navçeya Erzincanê di Lîsteya Berwext a Mîratên Dinyayê ya UNESCOyê da ye û ji alî Yekîtiya Bajarên Aram ên Navneteweyî va di tora Cittaslowê (bajarên aram) da cî digire û tê xwestin ku bila navçe di lîsteya mîrata mayînde ya UNESCOyê da cî bigire.
Navçeya ku li ser xwe ji bo gelek şaristaniyan mazûvanî kiriye bi deverên xwe yên dîrokî û xweşikahiyên xwe yên siruştî va balê dikşîne û navçe piştî ku di Lîsteya Mîrata Berwext a Dinyayê ya UNESCOyê da cî girt zêdetir mêvanên xwemalî û biyanî dihewîne.
Ji bo ku navçe di lîsteya mayînde ya UNESCOyê da cî bigire amadehî tên kirin û di vê çarçoveyê da jî klîbeke bi zimanên cihê cî û warên çandî, dîrokî û siruştî yên navçeyê tên nasandin ji alî Şaredariya Kemaliyeyê va hat amadekirin.
Di klîbê da ji Geliyê Tarî gelek cihên xweş hene ku dê bala hezkirên adrenalînê yên xwemalî û biyanî bikişînin.
Li herdu aliyên Rêya Kevir a ji 7 kîlomêtreyî pêk tê pal û kendalên bi qasî 400-500 mêtre bilind hene. Ji bo kesên ku mubtelayê macerayê ne, ev der ji bo wan şîrê qelandî ye û navçe bi malên xwe yên herêmî va jî balê dikişîne.
- "Armanca me ew e ku di lîsteya mayînde da bi cî bibe"
Qaymeqamê navçeya Kemaliyeyê Emre Yeşîlbaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku navçeya Kemaliyeyê piştî di lîsteya bajarên aram da cî girt bar û xebatên li ser pişta navçeyê zêdetir bû û wiha domand: "Di lîsteya berwext a UNESCOyê da me di rêza 83yemîn da cî girt. Her sal derekê tevlî lîsteya UNESCOyê dikin. Em jî ji bo vê xebatên xwe didomînin. Armanca me ew e ku di lîsteya mayînde da bi cî bibin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.