Jiyan

Hespên pêşbaziyê yên Sirûcê piştgiriyê didin aboriya herêmê

Li Tirkiyeyê Sirûca navçeya Şanliurfayê yek ji navendên girîng ê xwedîkirina hespên pêşbaziyê yên Ereb e û salê 700 cehnî li navçeyê tên xwedîkirin û dikevin pêşbaziyan

İbrahim Atmaca   | 24.06.2020
Hespên pêşbaziyê yên Sirûcê piştgiriyê didin aboriya herêmê

Şanlıurfa

 Li Tirkiyeyê Sirûca navçeya Şanliurfayê yek ji navendên girîng ê xwedîkirina hespên pêşbaziyê yên Ereb e û dahata ku ji cehniyên ku tên mezinkirin tê, piştgiriya aboriya herêmê dike.

Li deşta Sirûcê debara bi sedan malbatî ji xwedîkirina hespê Ereb tê û çanda xwedîkirina vê hespê ji dewra Osmaniyan maye.

Di dewra Osmaniyan da navçe yek ji navendên xwedîkirina hespa Ereb bû. Li navçeyê dahateke girîng ji xwedîkirina hespên pêşbaziyê tê.

Her sal bi sedan cehniyên hespan çêdibin û ev cehnî tên xwedîkirin û mezinkirin, paşê li çar aliyê Tirkiyeyê di hîpodroman da dikevin pêşbaziyê û ji xwediyê xwe ra pereyên mezin qezenc dikin. Ji aliyekê va jî meraqdarên van cehniyan bi pereyekî zêde wan dikirin. Dahata ku ji cehniyan tê jî piştgiriyeke mezin dide aboriya gelê herêmê.

Serokê Komeleya Xwedîker û Xwediyên Hespa Ereb a Eslî Şevket Yildiz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku piraniya hespên ku li Tirkiyeyê dikevin pêşbaziyan li Sirûcê tên xwedîkirin û mezinkirin.

Yildiz diyar kir, bi saya veberhênanên avdanê li desştê derfetên xwedîkirina hespan jî roj bi roj hêsan dibe û wiha dewam kir, "Ji ber ku li herêmê çandinî cardin zêde bû, tesîr li sektora xwedîkirin û heywandariyê jî kir. Pêşengiya zêdebûna heywandariyê jî hespên pêşbaziyê dikin."

Yildiz daxuyand ku li herêmê debara bi sedan malbatan ji xwedîkirina hespên pêşbaziyê tê.

Yildiz destnîşan kir ku piraniya cehniyên ku tên xwedîkirin di demeke kin da li hîpodroman dikevin pêşbaziyê û wiha dewam kir:

"Li sirûcê salê nêzî 700 cehniyên pêşbaziyê yên Ereb ên eslîn çêdibin û tên xwedîkirin. Van cehniyan dibin hîpodroman û dixin pêşbaziyan. Hespên ku ji herêmê diçin di pêşbaziyan da serkeftî ne. Em dikarin bêjin ku Sirûc navenda xwedîkirina hespên Ereb in, lewra li derê her malê, her gundî teqez çend hesp û cehniyên dermale hene. Dahata ku ji hespên pêşbaziyê tê, piştgiriyeke mezin dide aboriya herêmê. Salê dora 15 milyon lireyî prîma xwedîkirinê li Şanliurfayê tê belakirin. Nêzî ji sedî 40ê vî prîmê li Sirûcê tê belakirin."

- "Xwedîkirina hespên pêşbaziyan zehmet e"

Ji xwedîkerên hespên pêşbaziyê Ahmet Abar jî got ku ew salê nîvendî 15 cehniyan ji pêşbaziyan ra amade dike û wiha dewam kir:

"Şeş sal in ez hespên pêşbaziyan xwedî dikim. Xwedîkirina wan zehmet e. Meriv salekê cehniyekê xwedî dike. 23 hespên me yên dermale hene. Hespên ku zan hene. Hespên avis hene. Di çewlika me da vê gavê bi tevahî 40 hesp hene. Qismekî van wê di demeke nêz da têkevin pêşbaziyan."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın