Jiyan

Guldexwînên li Çiyayê Mircanê dîmenên xweşik derxistin holê

Guldexwînên li Çiyayê mircanê ya li Ovacika navçeya Tunceliyê vekirin li tebîetê dîmenên xweşik derxistin holê

Haydar Şahin   | 21.05.2020
Guldexwînên li Çiyayê Mircanê dîmenên xweşik derxistin holê

Tunceli

 Guldexwînên li Çiyayê mircanê ya li Ovacika navçeya Tunceliyê vekirin li tebîetê dîmenên xweşik derxistin holê

Ovacika bi cureyên endemîk û floraya dewlemend balê dikişîne biharê bi helîna berfç guldexwîn vedikin û ziyaretvanan şaş û metel dihêlin.

Li navçeya Parka Neteweyî ya Geliyê Munzirê, Kaniyên Munzurê, Şirşirnega Çilmerdîwanê û Çemê Heramî lê ne guldexwînên bi xwe derdikevin balê dikişînin. Guldexwînan Çiyayê mircanê û Zozana Cemal sor kirin.

Li ser kokeke guldexwînan 4 an jî 6 kûlîlk vedikin, qasî du hefteyan vekirî dimînin. Tebîethez û wênekêş eleqeyeke mezin nîşanî herêmê didin.

Necla Dokura hezkiriya tebîetê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Ovacik her demsalê xweş e.

Dokurê destnîşan kir ku ev cara ewil e guldexwînan dibîne û wiha axivî: "Dîmenên gelekî xweşik derdikevin holê. Reng û bejna van kûlîlkan ji yên din cuda ye. Jê vê şûnda ez ê her sal werim dîtina guldexwînan. Gelekê kêf min pê hat, ez şaş metel mam."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın