Cüneyt Çelik, Hüseyin Yıldız
12 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2026
Gola Denizê ya li Qaqizmana navçeya Qersê bi bedewiya xwe ya bêhempa, hewaya xwe ya paqij û jîndarên curbicur va benda geştiyaran e.
Gola Denizê ya di nav çiyayên bakurê Geliyê Erezê da ye, zivistanê bi xemla xwe ya spî, havînê jî bi rengên kesk û hêşîn va dîmenên xwe yên xweş pêşkeşî geştiyaran dike.
Gol 1898 mêtro jivasta behrê bilindtir e û xwedî erdekî 1125 mêtroqere ye.
Li kêleka golê cihên meşê hene û siruşta wê jî xweş e.
Ava golê bi ava baranê û berfê va zêde dibe û gol gelek çûkên koçber û masîpank dihewîne.
Gola ku ji sala 2020î û vir va wekî cihekî siruştî tê parastin, li benda siruşthezan e ku ew bên li vir kampê bikin û di nav siruştê da dema xwe derbas bikin.
Ji ziyaretvanan Muhammed Taşdemir ji nûçegihanê AAyê ra got ew heyranê golê bûye û wiha axivî: "Ev der bi bedewiya xwe ya siruştî va balkêş e û cihekî gelek xweş e. Ji bo çûn û hatinê me tu tengasî nekişand, em bi rehetî hatin. Me bedewiya wê bihîstibû loma em hatin. Hewaya wê, ava wê paqij e û masî jî pir xweşik in. Meriv dikarin bên li vir û bêhna xwe bidin."