Jiyan

Gola Aktaşê ya ku cemedî ji welatiyan eleqeyê dibîne

Li Erdexanê ji ber hewaya sar gola Aktaşê qerisî. Gola ku cemed girt ji welatiyên li herêmê eleqeyeke mezin dibîne.

Fatih Gazioğlu  | 10.12.2019 - Rojanekırın : 11.12.2019
Gola Aktaşê ya ku cemedî ji welatiyan eleqeyê dibîne

Kars

Li Erdexanê ji ber hewaya sar gola Aktaşê qerisî. Gola ku cemed girt ji welatiyên li herêmê eleqeyeke mezin dibîne.

Gola Aktaşê ya ku li ser sînorê Tirkiye û Gurcistanê ye û 14 kîlomêtroya wê jî di nav sînorên Tirkiyeyê da ye cemed girt.

Li Çildira navçeya Erdexanê welatî dikarin bi rehetî derkevin ser gola cemedgirtî. Gelek welatî ji bo kişandina wêneyan golê ziyaret dikin.

Ji welatiyan Taner Guneş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku zivistana herêmê xweş e û wiha axivî: "Em ji bo kişandina wêneyan hatin ser golê. Me stres avêt û kêfeke xweş kir. Em ji ber vê cemedê şaş û metal man."

Ji ziyaretvanan Fatîh Taş jî got ku meşa li ser gola cemedgirtî kêfeke cuda ye û wiha axivî:

"Me xwest dawiya hefteyê li ciyekî xweş derbas bikin. Em jî hatin vir. Me wêne kişandin. Ev der ciyekî gelekî xweş e. Divê hemû kes carekê miheqeq vê derê ziyaret bike û vê kêfê cerîbine."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın