Jiyan

Golên Qeşayê yên Satê ji Mihrîcana Cîloyê ya 4emîn ra mazûvaniyê dike

Yılmaz Kazandıoğlu   | 03.07.2022
Golên Qeşayê yên Satê ji Mihrîcana Cîloyê ya 4emîn ra mazûvaniyê dike

Hakkari

 Mihrîcana Cîloyê ya 4emîn ya ku li Golên Qeşayê yên Satê yên li Yuksekovaya navçeya Hekariyê tê lidarxistin mazûvaniya welatiyan dike.

Walîtiya Hekariyê û Şaredariya Yuksekovayê bi dirûşmeya "Li Hekariyê Heyat Heye" îsal cara çaremîn e ku mihrîcanê li dar dixin.

Kesên beşdarî mihrîcanê bûn serê sibê hatin dora Golên Qeşayê yên Satê konê xwe vegirtin û paşê beşdarî şahiyê bûn.

Welatiyan govend girt, stran gotin û êvarê jî li ber konên xwe agir dadan û bi semawerê çay demkirin.

Êvarê jî hunermend Murat Kekîllî û Aydin Aydin konser dan.

Walî û Cigirserokê Şaredar Îdrîs Akbiyik ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji bilî Hekarî, navçe û bajarên der û dorê ji Îranê jî gelek kes beşdarî mihrîcanê bûn.

Akbiyik got Golên Qeşayê yên Satê di raqima 3 hezar û 400î da ye û wiha axivî: "Me îro mihrîcan da destpêkirin. Siruşthez û çiyagerên me zemanê xwe baş derbas dikin. Werzişên kanoyê, çiyageriyê, peraşûta berpalê û yên din li vir tên kirin."

- "Hekarî êdî wek bajarê mihrîcanan tê binavkirin"

Akbiyik diyar kir ku êdî Hekarî wekî bajarê mihrîcanan tê binavkirin û wiha dewam kir:

"Em zivistanê mihrîcana berfê dikin. Me mihrîcana xwe ya 4em di meha sibatê da kir û ji 20 hezarî zêdetir welatiyên me beşdar bûn. Me hefteya borî li Çukurcayê Mihrîcana 4emîn a Foto Safarî û Werzişên Siruştê kir. Me li wê derê raftîng kir, îro jî li ser Çiyayên Cîloyê em xwe dişiqitînin. Her demsala Hekariyê xweş e. Li Hekariyê guherîneke mezin heye. Êdî li serê çiyayên Hekariyê teror, tundî û xerabî tuneye. Hizûr, şahî, mihrîcan û fuar hene. Di perwerdeyê da guherîneke mezin heye, ciwanên Hekariyê dikevin fakulteyên tib û endezyariyan. Di projeyên navneteweyî da serkeftinan bi dest dixin. Di çand, huner û sporê da li Hekariyê veberhênanên mezin hatin kirin ku di dîrokên da nehatibûn kirin."

Ji welatiyan Turgut Besî jî wiha got, "Gelek kes beşdarî mihrîcanê bûn. Dema behsa çalakiyên wekî kano, raftîng, hilpazbûn, çiyageriyê dibe, meriv kelecanî dibe. Meriv li vê derê şa dibin. Ji gelek bajarên Tirkiyeyê meriv hatine vê derê. Em wextê xwe pir xweş derbas dikin."

Nîsa Babacanliyê jî got ku mihrîcan xweş derbas bû û wiha dewam kir, "Em bi hevalên xwe ra beşdar bûn, pir kêfxweş bûn û bêhna me derket. Govend hatin gerandin. Em di nava siruştê da geriyan. Em ê şeva xwe li vê derê derbas bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.