Jiyan

Girava Axtamarê bi barîna berfê spîçîl bû

Mesut Varol, Özkan Bilgin  | 16.01.2022 - Rojanekırın : 21.01.2022
Girava Axtamarê bi barîna berfê spîçîl bû

Van

Girava Axtamarê û dêra lê ya ku her sal ji hêla bi hezaran turîstên xwemalî û biyanî tê ziyaretkirin, bi kirasê xwe yê spîçîl va bû yek ji pêgehên sereke yên ziyaretvanan.

Girava Axtamarê ya li navçeya Gewaşê ya ku biharê bi darên xwe yên behîvan ên kulîlkvedayî, havînê bi dîmena xwe ya newaze ya digel hêşînahiya Gola Wanê va ziyaretvanan hejmetkar dihêle, zivistanê jî her wekî bûkaniya spîçîl li xwe dike û dîmeneke nedîtî derdixe holê.

Turîstên xwemalî û biyanî yên tên ber îskeleyên li navçeyên Gewaş û Edremîtê, li wir li tekneyan siwar dibin û bi rêwîtiyeke bi qasî nîv saetî va xwe digihînin giravê.

Piştî barîna berfê ya ku li bajêr du rojan dewam kir, ziyaretvanên çûn herêmê, çûn ziyareta giravê û berhemên dîrokî yên li wir û her wiha wêne kişandin.

Girava ku yek ji ciyên sereke yên geştiyariya bajêr e, sala 2021ê ji hêla 134 hezar û 570 kesî va hat ziyaretkirin.

Midûrê Çand û Turîzmê yê Wanê Erol Uslu ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, Girava Axtamarê yek ji destonasyonên sereke yên bajêr e û her wisa her sal bi hezaran turîstên xwemalî û biyanî ji bo ziyareta giravê tên herêmê.

Uslu bal kişand ku girav her demsal sipehî ye û wiha dewam kir:

"Wana me bi dîrok, xweza û dewlemendiyên xwe yên çandî va yek ji bajarên sereke yên Anadoluyê ye. Wan ji bo turîstên xwemalî û biyanî timî navendeke cezbê ye. Girava Axtamarê jî di vê çarçoveyê da ciyekî pir girîng e. Ev girava me ya spîçîl a di nava gola hêşîn da bi dîmena xwe ya bêhempa va însanan cezb dike. Sala 2021ê digel şewbê 134 hezar û 570 kesî girav û Muzeya Abîdeyî ya li vir ziyaret kirin. Ji bo sala 2022yan hedefa me ew e ku em 200 hezar turîstî li vir biezimînin. Dîsa di nava 15 rojên dawîn da jî 2 hezar turîstî girav ziyaret kirin."

Asli Ozdemira ku ji Stenbolê bo dîtina Girava Axtamarê hatiye Wanê, wiha got, "Em cara ewil hatin Wanê. Her der spîçîl e, pir xweş e. Me Girava Axtamarê pir eciband. Me ji xwe ra bi dilê xwe wêne kişandin. Pir bedew e."

Wênehez Murat Dogan jî wiha got, "Piştî barîna berfê me xwest em wêneyên vir bikişînin. Dîmen pir sipehî ye. Çiyayê Artosê, gola hêşîn û berhemên dîrokî yên di bin berfê da dîmenên rengîn derdixin. Kê tê vir dibe hejmetkar. Çi qas firsenda me çêdibe, em jî tên giravê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.