Jiyan

Girava Akdamarê bi kirasê xwe yê spî mirov hejmetkar dihêle

Li Wanê piştî barîna berfê ya ku van dawiyan tesîra xwe nîşan da, Girava Akdamarê kirasê spî li xwe kir û dîmeneke wiha derxist holê ku însanan hejmetkar dihêle.

Önder Beyter  | 21.01.2021 - Rojanekırın : 29.01.2021
Girava Akdamarê bi kirasê xwe yê spî mirov hejmetkar dihêle

Van

 Li Wanê piştî barîna berfê ya ku van dawiyan tesîra xwe nîşan da, Girava Akdamarê kirasê spî li xwe kir û dîmeneke wiha derxist holê ku însanan hejmetkar dihêle.

Girava ku di nava sînorê navçeya Gevaşê da dimîne û her wiha di Gola Wanê da jî bi rêwîtiya keştiyê ya bi nîvsaetê mirov diçê, her demsal xweşik û sipehî ye û ziyaretvanan diezimîne.

Girava ku biharê bi pijiqîna kulîlkên darên behîvan, havînê jî bi dîmena xwe ya ku hêşînahiya Gola Wanê wê temam dike va ziyaretvanan cezb dike, van rojan jî wekî ku kirasekî spî yê li hevhatî li xwe kiribe, bi bedewiya xwe mirovan hejmetkar dihêle.

Girav, keştiyên rêwiyên giravê û îskele ji hewa da bi droneê hatin kişandin.

Ziyaretvan Elif Uysalê di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ew ji Îzmirê ji bo dîtina Girava Akdamarê û dêra li wê derê hat.

Uysalê bal kişand ku ew bû hejmetkarê xwezaya Wanê û berhemên wê yên dîrokî û wiha dewam kir:

"Min berê bedewiyên bajêr di wêneyan da didît. Ev jî dibûn sedem ku bi min ra meraq çêbe. Ji ber vê çendê min xwest ez bêm Wanê û van bedewiyan ji nêz va bibînim. Bajarekî zehf rind e, zivistan lê tê. Girav jî zehf newaze ye. Ez dixwazim careke din jî werim vir."

Mert Zulfukar Îçen jî diyar kir ku li ser pêşniyaza hevalan, ew ji Îzmirê ji bo dîtina Girava Akdamarê hat bajêr.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.