Prof. Dr. Necmî Karulê Koordînatorê Projeya Girên Kevirîn û Serokê Kolandinê yê Girê Mirazan û Karahantepeyê diyar kir ku bi çalakiyên pêşangeh û danasînê yên li dervayî welêt va eleqeya navneteweyî ya ji bo Girên Kevirîn zêde bû û got ku herêm êdî bûye destinasyoneke naskirî ya li seranserî cîhanê.
Karul ji nûçegihanê AAyê ra ragihand ku Projeya Girên Kevirîn bi tenê ji vekolanên arkeolojîk pêk nayê her wisa ew modeleke lêkolînê ya navneteweyî ye ku pêngaveke giring a dîroka mirovahiyê ronî dike.
Karul anî ziman ku Serdema Neolîtîkê di dîroka hevpar a mirovahiyê da yek ji pêngaveke herî giring e û destnîşan kir ku peydabûna jiyana niştecihbûnê û jiyana hilberîner, xalên hevpar ên dîroka cîhanê ne.
Karul da zanîn ku Projeya Girên Kevirîn jî bi vê têgihîştinê li ser bingeha modeleke fireneteweyî teşe sitandiye û destnîşan kir ku ji welatên cuda yên cîhanê zanyar di vê projeyê da cih digirin.
Karul diyar kir ku îsal tîma Çînê jî tevlî xebatan bû û li Yogunburçê dest bi vekolanê kir û her wiha di çarçoveya projeyê da li dervayî welêt konferans û pêşangehên cihêreng jî tên lidarxistin.
Karul bal kişand ku Wezareta Karên Derva, balyozxaneyên Tirkiyeyê yên li dervayî welêt û Enstîtuya Yunus Emre piştgiriyê didin çalakiyên danasînê û destnîşan kir ku pêşangehên li Kolezyuma Romaya paytextê Îtalyayê û li Berlîna paytextê Almanyayê rastî eleqeyeke pir mezin hatin.