Li Şanliurfaya ku havîneke germ lê bi bandor e, Kavilgeha Girê Mirazan a ku bi raqima xwe ya bilind û lokasyona xwe ya ku ba distîne derdikeve pêş, bi hewaya xwe ya hênik pêşwaziya geştiyaran dike.
Girê Mirazan ku yek ji giringtirîn wargehên serdema neolîtîk e, bi rabirdûya xwe ya nêzîkî 12 hezar salî wekî "xala sifir a dîrokê" tê binavkirin û di Lîsteya Mîrata Cîhanê ya UNESCOyê da cih digire, seranserê salê pêşwaziya geştiyarên xwecihî û biyanî dike.
Li bajarekî ku germahiya hewayê di havînê da digihêje 45 pileyan, Girê Mirazan a ku li bilindahiya nêzîkî 800 metreyan e, bi saya cihê xwe yê erdnîgarî ezmûneke hêniktir pêşkêşî mêvanan dike. Pergala banê parastinê û bandora bayên ku ji bakur-rojava va tên jî sarbûna li cihê arkeolojîk zêde dikin.
Endamê Hîndekariyê yê Beşa Erdnîgariyê ya Zanîngeha Heranê Prof. Dr. Sedat Benekê ji nûçegihanê AAyê ra got ku Girê Mirazan li yek ji xalên herî bilind û bala yên bajêr e.
Benek destnîşan kir ku di dîrokê da navend bi piranî li deverên bilind hatine avakirin û got, "Navenda bajarê Şanliurfayê bi qasî 500 metreyan ji asta deryayê bilind e. Ji aliyê din va Girê Mirazan li bilindahiya bi qasî 800 metreyan e. Ji ber vê yekê, di saetên herî germ da Girê Mirazan bi nîvendî 4-5 pileyan ji Gola Masiyan û derdora wê hêniktir e."
Ayşenur Çelika mamoste ku ji Bursayê ku ji bo serdana Şanliurfayê hatiye, piştî germa zêde ya li navenda bajêr, matmayîbûna xwe ya li hember hewaya hênik a Girê Mirazan anî ziman.
Levent Onkurê yek ji geştiyaran, jî destnîşan kir ku Şanliurfa bi avhewaya xwe ya germ tê nasîn.