Jiyan

Gamzenura ji Hekariyê di dikana lê xebitî da dersên xwe paşguh nekirin û fakulteya tibê qezenc kir

Sayim Harmancı  | 16.08.2022 - Rojanekırın : 18.08.2022
Gamzenura ji Hekariyê di dikana lê xebitî da dersên xwe paşguh nekirin û fakulteya tibê qezenc kir

Hakkari

 Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê Gamzenur Oktoya 20 salî ya ji bo piştgiriyê bide malbatê di dikanê da xebitî, di ezmûna zanîngehê da bi ser ket û Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Çukurovayê qezenc kir.

Gamzenur nûxuriyê malbata Oktoyê ye ku malbat li Taxa Esenyurtê dijî 4 zarokên wan hene. Gamzenurê ji bo ku piştgiriyê bide debara malbatê, di dikana eqreyan da dest bi xebatê kir.

Gamzenura ku par ji lîseyê mezûn bû, ji ber ku puanê wê ne bi dilê wê bû tercihên zanîngehê nekirin, di dikanê da dest bi xebatê kir û di ber da jî xwe ji bo ezmûna zanîngehê amade kir.

Oktoyê di ezmûna Saziyên Hîndekariya Bilind da 516 puan wergirt, bû duyemîna parêzgehê û li gorî encamên ku duh ji hêla OSYMyê hatin eşkerekirin jî Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Çukurovayê qezenc kir.

Oktoya ku digel zehmetiyan, xwe neda alî, dersên xwe xebitî û bi ser ket, bû rûmeta malbatê.

Oktoyê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, wê di ezmûna lîseyê da jî puanekî baş wergirtibû û Lîseya Fenê ya Tuşbaya Wanê qezenc kiribû û ji lîseyê par mezûn bû.

Oktoyê bal kişand ku bavê wê di înşeatan da dixebite, ji bo jê ra nebe bar ew neçû dersxaneyê û wiha dewam kir:

"Ji bo ku piştgiriyê bidim malbatê min li dikana eqrebayên me dinêrî. Gava mişterî dihatin ez bi wan ra eleqedar dibûm, gava diçûn jî ez ders dixebitîm. Meha berfanbarê min dest bi dersxaneyê kir. Mamosteyên min pir alîkariya min kirin. Ez dema zarok bûm min dixwest bibim doktor. Bavê min jî zehf dixwest. Ji bo vê jî ez pir xebitîm û ez bi ser ketim. Di malbata me da ya ku ewil ket fakulteya tibê ez im. Lewma jî ez pir kêfxweş im."

Huseyîn Oktoyê bav jî diyar kir ku ew bi serkeftina keça xwe va serbilind e û ew timî piştevanê wê ye û wiha dewam kir:

"Gamzenur di şertên dijwar da hat vir. Pir bi hewl û xîret bû. Hem li marketê nihêrî û hem jî dersên xwe domandin. Em pir kêfxweş kirin. Înşelah dê ji bo malbata me û miletê me bibe doktoreke bixêr û xizmeteke baş bike. Em pir kêfxweş in."

​​​​​​​ Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.