Jiyan

"Fasulyeyê Ovacikê" bi destê jinan dikeve piyaseyê

Li Ovacika navçeya Tunceliyê fasulyeyê ku hilberîna wê sal bi sal zêdetir dibe, bi keda jinên herêmê ji kevir, xwelî û darikan tê cudakirin û dû ra jî dikeve piyaseyê

Önder Beyter   | 07.11.2019
"Fasulyeyê Ovacikê" bi destê jinan dikeve piyaseyê

Tunceli

 Li Ovacika navçeya Tunceliyê fasulyeyê ku hilberîna wê sal bi sal zêdetir dibe, piştî ku ji zeviyê tên çinîn, bi keda jinên herêmê ji kevir, xwelî û darikan tê cudakirin û dû ra jî dikeve piyaseyê.

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li Ovacika ku çandinî û heywandarî berbelav e, fasulyeyê ku her sal li ser bi sedan donim erd tê ajotin, hem ji bo hilberîneran û hem jî ji bo jinên karker dibe deriyê qazancê.

Li navçeya Ovacikê 25 jinên ku di bin sîwana Korperatîfa Pêşketina Çandiniyê ya Taxa 94an da hatin cem hev, fasulyeyên ku ji zeviyê tên korperatîfê, di elengan ra derbas dikin, di siniyên krom da bi destan ji kevir, xwişkî, ax û darikan cuda dikin.

Karker Nahide Îlkerê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ew ji jiyana xwe ya li Stenbolê vagêr bû û vegeriya, hat li Ovacikê bi cih bû.

Îlkerê diyar kir ku ew, ligel diya xwe li navçeyê dijî û wiha dewam kir, "Bi xêra korperatîfê qazanca min çêdibe. Ez qederekê di atolyeya dirûtina çewalan a korperatîfê da xebitîm û niha jî ez di warê pakêtkirina fasulye û barbunyeyê da dişixulim. Em serê sibehê dora saet 08.00an tên kar û şixulê me êvarê heta saet 17.00an dewam dike. Em gelekî sipasdarên korperatîfê ne ku wiha derfeta xebatê da me jinan."

- Fasulyeyê Ovacikê ji bo dervayî welêt tê îxrackirin

Îlkerê bal kişand, berhemên ku ew pakêt dikin li gelek deverên Tirkiyeyê û li dervayî welêt tên firotan û wiha dewam kir:

"Li gelek ciyên wekî Stenbol, Enqere û Îzmirê 14 şaxên girêdayî korperatîfê vebûn. Em berhemên ku em li vê derê pakêt dikin, dişînin van şaxan. Timî ji ser înternetê sîparîş çêdibin û em jî ji mişteriyan ra fasulye û barbunya dişînin. Ez gelekî ji van berheman hez dikim û lewma jî divê ev tam biçe ser sifra herkesî."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın