Jiyan

Esker û ekîbên tenduristiyê bi skorskyê bi hawara nexweşê mehsûrmayî çûn

Li Erziromê Mewlut Karataşê ku nexweşiya wî ya dil heye û ji ber berf û bagerê rêya gundê wan hat girtin û lewma jî di mala xwe da mehsûr ma, bi destê ekîbên cendirme û tenduristiyê bi helîkopterê bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Önder Beyter  | 12.02.2020 - Rojanekırın : 13.02.2020
Esker û ekîbên tenduristiyê bi skorskyê bi hawara nexweşê mehsûrmayî çûn

Erzurum

 Li Erziromê Mewlut Karataşê ku nexweşiya wî ya dil heye û ji ber berf û bagerê rêya gundê wan hat girtin û lewma jî di mala xwe da mehsûr ma, bi destê ekîbên cendirme û tenduristiyê bi helîkopterê bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Xelkê goma Delîktaşa li ser Taxa Çîmenozuya navçeya Çatê, Mevlut Karataş ku nexweşiya wî ya dil heye, ji ber ku aciz bû, eqrebayên wî nîvê şevê li Navenda Bangeweziyê ya Walîtiya Erziromê geriyan û alîkarî xwestin.

Herwiha ew agahî jî hat parvekirin ku rêya gund ji ber barîna berfê hatiye girtin û lewma jî nexweş nikare biçe nexweşxaneyê. Li ser parvekirina vê zanyariyê, biryar hat sitandin ku Karataş bi destê ekîbên Fermandariya Herêmê ya Cendirmeyê Erziromê ji were veguhestin.

Di berbangê da helîkoptera ji bo meqseda giştî ya cure S-70 skorsky ji Fermandariya Herêmê ya Cendirmeyê rabû û ligel ekîbên cendirme û tenduristiyê li goma Delîktaşê danî.

Karataşê ku bi destê ekîban li helîkopterê hat siwarkirin, ji bo Erziromê hat veguhestin û li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Ataturkê hat razandin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.