Emine Erdoğan, di marja NATOyê da bi hevjînên lîderan ra li Qesra Çankayayê hat bal hev
Emine Erdoğan, di firavînê da tamên mitbexa Tirkî da çandin û koleksiyoneke ku hunerên destan ên kevneşopî tê da cih digirin, da naskirin.
08 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2026
Di çarçoveya 36emîn Civîna Bilind a Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATOyê de, hevjîna Serokomarê Tirkiyeyê Emine Erdoğan li Qesra Çankayayê mazovaniya hevjînên lîderên cîhanê kir. Di civînê de mijara sereke parastina zarokan a di cîhana dîjîtal de bû.
Emine Erdoğan di vekirina civîna maseya girover a bi navê “Zarok, Teknolojî û Ewlehî: Parastina Nifşê Paşerojê” de axivî û li dijî metirsiyên teknolojiyê bang li şîrketên navneteweyî û dewletan kir.
“Ewlehiya zarokan divê pîvaza yekem a sêwiranê bibe”
Erdoğan di axaftina xwe de bal kişand ser bandora algorîtmayan a li ser hişê zarokan û zexta “tekno-kolonyalîzmê.”
Erdoğan wiha got: "Ewlehiya zarokan ne eyarek e ku paşê li platformên dîjîtal tê zêdekirin; divê bibe pîvaza yekem a sêwiranê. Divê qutiya reş a algoritmayan were vekirin û şîrketên teknolojiyê bandorên civakî yên hilberên xwe pêşkêşî kontrola serbixwe bikin."
Erdoğan destnîşan kir ku zarok nikarin li ser daxwaza şîrketên bazirganî werin hiştin û wiha pê de çû: “Şîrket li pêşberî hîsedarên xwe, dewlet jî li pêşberî miletên xwe berpirsiyar in. Wekî Tirkiye, me gihîştina zarokên di bin 15 saliyê de ya ji bo medyaya civakî sînor kir û berpirsiyariya kontrola dêûbavan anî ser platforman.”
Erdoğan her weha bal kişand ser însiyatîfa “Bi Hev Re Şêwazdayîna Paşerojê” ya ku ji aliyê hevjîna Serokê DYAyê Melania Trump ve hatiye destpêkirin û piştgiriya xwe nîşan da.
Piştgiriya navneteweyî ji bo peyamên Erdoğan
Piştgirihiya herî xurt a ji bo peyamên Emine Erdoğan ji hevjîna Serokomarê Fransayê Brigitte Macron û ya Ukraynayê Olena Zelenska hat. Digel Macron û Zelenskayê, hevjîn û nûnerên lîderên gelek welatên mîna Koreya Başûr, Almanya, Polonya, Lîtvanya, Fînlenda û Komîsyona Yekîtiya Ewropayê jî di civînê de li ser xetereyên dîjîtal ên li ser zarokan axaftin kirin.
Di bernameyê de hûrguliyeke baldar jî hebû; Hevjîna Serokê Koreya Başûr Kim Hea Kyung, bi şal û çenteyê ku ji qumaşê "sof" ê Enqereyê hatibû çêkirin û berê ji aliyê Emine Erdoğan ve hatibû diyarîkirin, beşdarî bernameyê bû.
Piştî civînê, Emine Erdoğan û mêvanên wê di xwarina nîvro de hatin bal hev. Di xwarina ku li salona bi çîniyên Îznikê hatibû amadekirin de, tamên navdar ên pêjgeha Tirkî mîna fava, engînarê Urlayê, keşkek û dolmeyên Anadoluyê hatin pêşkêşkirin.
Li pey xwarinê û girtina wêneyê malbatî, lîderan koleksiyoneke taybet a ku hunerên destan, qumaşên kevnar û nexşên serdemên Mezopotamya, Anadolu û Osmanî dihewand, dîtin û agahî girtin. Bername bi uğurlama mêvanan bi dawî bû.