Ekspresa Gola Wanê derfeta keşifkirina bedewiyên siruştê dide rêwiyên xwe
Ekspresa Gola Wanê ku di navbera Enqere û Tetwana navçeya Bidlîsê da seferê dike, ji nava çil û çiyan, ser golên bendavê, pire û ji tunelên Rojhilata anadoluyê ra derbas dibe û rêwiyên wê dîmenên bêhemta dibînin
Rıdvan Korkulutaş, Suat Öztürk
29 Hezîran 2026•Rojanekirin: 29 Hezîran 2026
photo: Suat Öztürk / AA
Ekspresa Gola Wanê derfeta keşifkirina bedewiyên siruştê dide rêwiyên xwe
BINGÖL
Ekspresa Gola Wanê ku di navbera Enqere û Tetwana navçeya Bidlîsê da seferê dike, ji nava çil û çiyan, ser golên bendavê, pire û ji tunelên Rojhilata anadoluyê ra derbas dibe û rêwiyên wê dîmenên bêhemta dibînin.
Trena ku ji Kirikkale, Qeyserî, Sîvas, Meletî, Elezîz, Bîngol û Mûşê ra derbas dibe û digihêje Tetwanê, di xeta Elezîz-Bîngolê da bi dronê hat kişandin.
Wêne : Suat Öztürk/AA
Rêwiyan got ku seyaheta wan pir xweş derbas dibe û ew tê ra xwe siruştê temaşe dikin û rêwîtiya bi trenê pêşniyazî her kesî kirin.
Omer Kilinçê ku ji Enqereyê bi rê ket ku biçe Wanê û beşdarî dewata keçika xwe ya menewî bibe. Kilinç diyar kir ku ew ji xizmeta Rêhesinên Dewletê razî ne û gelekî baş e.
Wênekêşê Bîngolî Bîlal Kala jî wiha got, "Dema ku Ekspresa Gola Wanê ji pireya ser Gola Bendavê ya Kalekoya Jêrîn ra derbas bû, me dîmeneke wê ya pir baş kişand."
Şêniyê herêmê rêncber Mehmet Can Bîrgonulê ku li rexê Gola Bendavê ya Kalekoya Jêrîn heywanên xwe diçêrand jî daxuyand ku piştî çêkirina bendavê derdor zêdetir xweş û şên bû.