Jiyan

Ekîbên tenduristiyê yên li Wanê diçin gundên herî dûr û welatiyan ji aşiya Kovîd-19ê mehrûm nahêlin

Ekîbên tenduristiyê yên li bajêr digel hewaya sar li ser kar û barê xwe ne û ew diçin ba kal û pîrên nikarin herin nexweşxaneyan li malê aşiya Kovîd-19ê li wan dixin

Abdullah Tel   | 28.02.2021
Ekîbên tenduristiyê yên li Wanê diçin gundên herî dûr û welatiyan ji aşiya Kovîd-19ê mehrûm nahêlin

Van

Li Ercîş û Saray a navçeyên Wanê ekîbên tenduristiyê di çarçoveya têkoşîna li hemberî şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) da digel berf, sir û seqemê li ser kar û barê xwe ne, welatiyên kal û pîr ên emrê wan ji 65an zêdetirin li malên wan aşî dikin.

Ekîbên tenduristiyê yên li bajêr wezîfedar in li dûr û nêzbûna taxan mêze nakin digel hewaya sar li ser kar û barê xwe ne.

Ekîbên tenduristiyê çûn Taxa Kapikoy a ser navçeya Sarayê ku li ser sînorê Îranê ye û kal û pîrên li wan deran ziyaret kirin û pirsa wan kirin.

Ji ber berfê wesayît nikaribûn pêşva biçin û ekîbên tendûristiyê meşiyan û çûn malên kal û pîr lê dimînin û derziya ku aşiya Kovîd-19ê tê da bû, li wan xistin.

Li navçeya Ercîşê jî ekîbên tenduristiyê bi zorê xwe gihandin goma Yaglik a ser Taxa Karavutê bû û çûn cem Xanim Kelen a 72 salî û ew aşî kirin.

Jinika pîr jî çîçek da wê ekîba tendûristiyê ya heta mala wê hatine.

- "Armanca me ya sereke ew e ku bila xizmeta di qada tenduristiyê da bigihîje her derî"

Midûrê Siheta Navçeya Sarayê Dr. Namik Dogan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku digel hemû zor û zehmetiyan ew ji bo xwe bigihijînin kal û pîrên li taxên dûr dijîn, hewl didin.

Dogan got ku ew aşiyê ji kal û pîrên nikarin werin saziyên tendûristiyê ra dibin û wiha domand: "Armanca me ew e ku em xwe bigihijînin nexweşan û aşiya wan bikin."

Dr. Hasret Çakilê jî destnîşan kir ku ew li ser vê erdnigariya zor û zehmetiyên wê zêde ne hewl didin ku welatiyan aşî bikin û wiha pê da çû: "Ji ber berf û hewaya sar xebata me piçek bi zehmet dibe lê ew ji bo me ne astengiye. Bi rastî jî di vê heyamê da ji bo aşîkirina welatiyan em gelek zehmetiyan dikişînin lê dema em diçin gundan wan kal û pîran aşî dikin, kêfxweşiya wan û diayên li me dikin dibînin gelek şa dibin. Hewcedariya welatiyan bi me heye û hin caran rêyên hin deran girtîne û em jî mecbûrî di nav berfê da dimeşin û diçin malan. Em dixwazin welatiyan ji xizmeta tenduristiyê mehrûm nehêlin."

Li Taxa Kapikoyê Samî Tunçadamê ku xanima wî hat aşîkirin got: "Xanima min ji ber siheta xwe nikaribû biçe navçeyê û ekîbên tenduristiyê heta mala me hatin. Ez ji wan ra gelek spas dikim û mala wan ava be."

- "Em ji ber dikarin biçin cem nexweşan gelek kêfxweş in"

Dr. Îhsan Toprakê ku li Midûriyeta Sihetê ya Ercîşê wezîfedar e got ku ew diçin taxên herî dûr û welatiyan ji xizmeta tenduristiyê mehrûm nahêlin û wiha domand: "Em qedr û qiymetê didin kal û pîrên xwe û dixwazin bila bi rihetî bijîn û ji wan ra xizmetê dikin. Em diçin malên welatiyên me yên ku nikarin bên nexweşxaneyan û wan aşî dikin."

Halîs Kelenê ku diya wî hat aşîkirin ji ekîbên tenduristiyê ra gelek spas kir û got: "Ekîbên tenduristiyê nabêjin şev, roj, sir û seqem û xizmeta me dikin. Em ji hemû kedkaran ra spas dikin."

Hanim Kelen a ku hat aşîkirin jî ji xebatkarên tenduristiyê ra spas kir û têra dilê xwe dia li wan kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.