Jiyan

Dîmenên xweşikahiyên Ovacixê ji hewayê hatin kişandin

Sidar Can Eren  | 27.07.2021 - Rojanekırın : 30.07.2021
Dîmenên xweşikahiyên Ovacixê ji hewayê hatin kişandin

Tunceli

 Dîmenên xweşikahiyên tebîeta Ovacixa navçeya Tunceliyê ya di navbera çil û çiyayan da bi firokeyê ji hewayê hat kişandin.

Ovacixa di navbera çiyayên Munzur û Mircanê da hatiye avakirin bi xweşikahiyên tebîet, dîrok û çandê va her demsalê bala ziyaretvanan dikişîne.

Navçeya di navbera adar û îlonê da bi tebîeta xwe ya destlênedayî va mazûvaniya bi hezaran turîstên xwecî û biyanî dike. Çem, gelî, gund, zevî û daristanên navçeyê dibê werin dîtin.

Ekîba Ajnasa Andoluyê (AA) xweşikahiyên navçeyê bi firokeyê ji hewayê kişand. Di dîmenan da Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê, Çemê Munzurê û gundên li çil û çiyayan dîmenên xweşik derxistin holê.

Di dîmenên tebîeta rengîn da ji zer bigre hetanî kesk gelek reng bi hev ra şewl didin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.