Jiyan

Dêlika wêrek berî pey hirçê da ew ji nav bajêr derxist û şand daristanê

Abdullah Tel  | 25.07.2020 - Rojanekırın : 05.08.2020
Dêlika wêrek berî pey hirçê da ew ji nav bajêr derxist û şand daristanê

Kars

 Li Sariqamişa navçeya Qersê dêlika navê "Wêrek(Cesûr)" lê kirine berî pey hirça ku daketibû bajêr da wê şand daristanê.

Di dîmenên ji hêla kamerayên AAyê va hatin kişandin da tê dîtin ku bişev hirçek ji nav daristanê tê Taxa Înonuyê ya nêzî daristanên çamê ye û dêlikeke 6 cêwrikên wê hene jî berî ser dide û wê dişîne nav daristanê.

Şêniyên taxê jî ji tevgera dêlika ku ji ber cewrikên xwe bi wêrekî tevgeriya gelek razî bûn.

Ji şêniyên taxê Turku Doga Demirciyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku dêlik li gor navê xwe tevgeriyaye û nehiştiye ku hirç dakevin nav taxê.

Demirciyê di axaftina xwe da got ku di rojên borî da hirç zêde tên nav taxê û wiha pê da çû: "Dema dengê dêlikê bê em zanin ku hirç daketine taxê lewra ew pir diewite û nahêle ku bên. 6 cêwrikên wê hene ew seyeke baş e. Em wê xwedî dikin û lê xwedî derdikevin û ew jî me diparêze."

Ji welatiyan Emiralî Bakişçi jî diyar kir ku di demên dawîn da gelek hirç tên taxê û wiha domand: "Hirç tên ber vîdonên çopê, nav baxçeyan û heta kuçeyan tên. Ew me diparêze. Dema deng jê zêde bê em zanin ku hirç hatine. Ew çawa me diparêze em jî wê diparêzin û xwedî dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın