Jiyan

Digel şert û mercên dijwar ên zivistanê Îdir mazûvaniya 18 cureyên çûkan dike

Hüseyin Yıldız   | 20.01.2022
Digel şert û mercên dijwar ên zivistanê Îdir mazûvaniya 18 cureyên çûkan dike

Iğdır

 Îdir di şert û mercên dijwar ên zivistanê da jî mazûvaniya 18 cure çûkan dike.

Bajêr ji ber erdnîgarî û cihê xwe, mazûvaniya gelek heywanên kovî dike û ji aliyê zêdebûna cureyên teyr û tûyan va li Tirkiyeyê di nav herêmên herî dewlemend da cih digire.

Midûriya Giştî ya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî (DKMP) li qadên avî yên Erez-Karasuyê xebata jimartina çûkan a nîvê zivistanê kir.

Bi beşdariya ekîbên Midûriya Şaxa Îdirê ya DKMP û Midûriya Navenda Çûkan a Zanîngeha Îdirê (KUŞMER) û dildaran va xebat hat kirin û di xebatê teleskop, dûrbîn û makîneyên wêneyan hatin bikaranîn.

Li rojhilatê welêt Îdir di nav bajarên ku herî zêde cureyên çûkan lê hene da ye û vê gavê zivistan lê dijwar derbas dibe. Bi xebata ekîban va li qadên avî ji 18 cureyan 1142 çûk hatin qeydkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın