Bülent Mavzer
23 Îlon 2023•Rojanekirin: 27 Îlon 2023
Li Îdirê di şewata derket da 8 hezar gurz giya şewitî, jinek ji dûmanê jehrî ket.
Li Kolana Poyraz a li Taxa Emekê gurzên giyayê yên Yusuf Yeşîlkayayê ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn şewitî.
Xeber hat dayîn li ser vê ekîbên agirkuj ên Şaredariya Îdirê hatin cihê bûyerê û piştî xebateke biqasî 2 saetan şewat hildan bin kontrolê.
Di şewata derket da 2 axur û 8 hezar gurz giya bi temamî şewatî.
Latîfe Yeşîlkayaya ku dûmanê bandor lê kir rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê.
Fuat Yeşîlkaya behs kir ku nizanin ka çima şewat derketiye û diyar kir ku di şewatê da 8 hezar gurz giya şewitî û got ku "Keda me ya salekî, berhema me ya salekî şewatî û bû xwelî. Axur jî şewitî, niha heywanên me yên ku dê ji zozanan bê dê li derva bimîne."