Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,Yaşar Mert
12 Nîsan 2025•Rojanekirin: 15 Nîsan 2025
Ji ber berfa ku ji duh da dibare di biharê da jî Qers û Erdexan bi berfê çîlsipî bûn.
Li Qersê barîna berfê bi bandor bû.
Berfa ku duhê li bajêr destpê kir û bi navber dewam kir, derûdor spî kir.
Berfa ku car bi car dibû bahoz, di hatûçûnê da bû sedema zehmetiyan.
Li Sariqamîşa navçeya Qersê jî berf barî.
- Erdexan
Erdexan jî ji ber berfa ku ji duh da dibare di biharê da bi berfê çîlsipî bû.
Ji ber berf û bagerê rê hatin girtin û di hatûçûnê da bû sedema zehmetiyan.
Ekîbên Îdareya Taybet ya Mûşê dest bi xebatên paqijkirina berfê kirin.