Jiyan

Di bihara duyemîn a emrê xwe da bi alîkariya dewletê bûn xwedî kargeh

Gazel û Vedat Yilmaz ên jin û mêrê hev ku ji sektora tenduristiyê teqawid bûn, di bihara duyemîn a emrê xwe da li memleketê xwe bi alîkariya dewletê çewliga mirîşkan ava kirin û bûn xwedî kargeh.

Önder Beyter   | 10.07.2019
Di bihara duyemîn a emrê xwe da bi alîkariya dewletê bûn xwedî kargeh

Diyarbakir

Gazel û Vedat Yilmaz ên jin û mêrê hev ku ji sektora tenduristiyê teqawid bûn, di bihara duyemîn a emrê xwe da li memleketê xwe bi alîkariya dewletê çewliga mirîşkan ava kirin û bûn xwedî kargeh.

Gazel Yilmaz (58) ku li gelek bajarên Tirkiyeyê wekî hemşîre şixulî û herwiha mêrê wê Vedat Yilmaz (59) ê karmendê tenduristiyê, piştî ku ji pîşeyên xwe teqawid bûn, biryar standin ku ji Çanakkaleya ku lê dijiyan vegerin memleketê xwe Diyarbekirê.

Gazel û Vedat Yilmaz li Taxa Alangorê ku 30 kîlomêtro dûrî navenda Diyarbekirê ye, li ser erdê xwe malek çêkirin û biryar standin ku mirîşkan xwedî bikin.

Cotê teqawidbûyî ku bi alîkariya ji sedî 50 hîbe ya Saziya Piştevaniya Çandinî û Pêşxistina Deverên Çiyayî va li ser 10 hezar mêtroqare erdê xwe yê li taxê çewligeke mirîşkan ava kir, goştên van mirîşkan bi rêya hin fîrmayan ji bo dervayî welêt jî tên şandin.

Dayika sê zarokan Gazel Yilmazê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ew û mêrê wê, wan bi salan li bajarên cuda yên Tirkiyeyê di sektora tenduristiyê da xizmet kir û dû ra teqawid bûn. Yilmazê diyar kir, ji bo ku bixebitin û cardin tevlî çerxa hilberînê bibin, wan dest bi lêkolînan kir.

Yilmazê herwiha got ku di vê pêvajoyê da wan biryar stand ku mirîşkan xwedî bikin û ji bo vê yekê wan bi alîkariya dewletê çewlig vekir.

Yilmazê ji bo herkesî ew yek pêşniyaz kir ku bi karên bi vî rengî ra mijûl bibin, ji ber ku xebat tiştekî baş e.

Yilmazê got ku ew serê sibehê radibin tên cem cûcikan û pêwîstiyên wan temam dikin û wiha dewam kir, "Ez û mêrê xwe me çewlig ava kir û wisa em kêfa teqawidiyê dikin. Em gelekî ji cûcikên xwe hez dikin, mîna zarokên min in. Çawa ku di dewra xebata xwe ya fermî da min li nexweşan dinihêrî, ez niha wisa jî li cûcikan dinihêrim. Em ji vî pîşeyê hez dikin."

Vedat Yilmaz jî bal kişand ku piştî teqawidiyê ew du sal betal ma û wiha dewam kir, "Ji bo ku betal nesekinim, ez bi jina xwe şêwirîm. Me dest bi xwedîkirina mirîşkan kir. Gelekî alîkariya jina min çêbû. Ev 4 sal e em hilberînê dikin."

Yilmaz got ku ew li gorî standardên Ewropayê mirîşkan xwedî dikin û wiha dewam kir, "Em salê qedera 150 hezar mirîşkî xwedî dikin û em goştê van mirîşkan bi rêya fîrmayên taybet, Stenbol, Enqere û Îzmir di serî da, dişînin Iraq, Erebistana Siûdî û Rûsyayê."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.