Jiyan

Dest ji zêrfiroşiyê berda bû hilberînerê gubreya kurman

Li Kahtaya navçeya Adiyemanê Osman Okanê 42 salî ku zêrfiroşî dikir, dest ji pîşeya xwe berda û tesîsa gubreya kurman ava kir. Okan bi 200 milyon kurmî salewextê bi qasî 200 tonî gubreyê hildiberîne

Önder Beyter   | 12.01.2021
Dest ji zêrfiroşiyê berda bû hilberînerê gubreya kurman

Adıyaman

 Li Kahtaya navçeya Adiyemanê Osman Okanê 42 salî dest ji şixulê zêrfiroşiyê ku 20 salan kir, kişand û çewlika hilberandina gubreya kurman ava kir.

Okan di tesîsa ku li ser qadeke sergirtî ya 1350 metrekareyî ava kir da 4 kes îstixdam kir û her wiha bi 200 milyon kurmî salewextê bi qasî 200 tonî gubreyê hildiberîne û difiroşe cotkaran.

Okan di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ew 20 salan bi karê zêrfiroşî û înşeatê mijûl bû, lê ji ber ku kêfa wî pê ra nehat, wî berê xwe guhest şixulekî din da ku bi kêrî însanan were.

Okan diyar kir ku di encama lêkolîna xwe da wî tesbît kir, tişta herî sûdwer, xurekê organîk e û ji bo vê yekê jî gubreya kurman a ku bi rêbazên xwezayî tê hilberandin pêwîst e. Okan diyar kir ku lewma jî wî dest ji karê zêrfiroşiyê kişand û biryar sitand ku tesîsê ava bike.

Okan diyar kir ku wî sala 2018an bi 3 milyon û 600 hezar kurmî dest bi hilberînê kir û niha jî ew bi qasî 200 milyon kurmî, gubreyê hildiberîne.

Her wiha Okan diyar kir ku ew rojê zêdeyî 500 kîlogramî, salewextê jî bi qasî 200 tonî gubreya kurman hildiberîne û wiha dewam kir, "Min 20 salan zêrfiroşî kir lê bi qasî bextewariya di vî karî da ez bextewar nebûm. Ji ber ku keda min jî di wê yekê da heye ku xurekên organîk diçin ber însanan, ez zehf şad û bextewar im."

Okan diyar kir, piştî ku pakêt dikin, Adiyeman di serî da ew gubreyê dişînin parêzgehên cuda.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın