Jiyan

"Destê şewqetê yê dewletê" malbata destteng di 20 rojan da kir xwedîmal

Li Agiriyê mala yekçavî ya bê serşok û metbex a ku Asya û Abdurrahman a jin û mêrê hev digel keça xwe tê da dijîn, bi destê Walîtî, Heyva Sor a Tirk û xêrxwazan di 20 rojan da hat mezinkirin û nûkirin

Önder Beyter   | 30.06.2020
"Destê şewqetê yê dewletê" malbata destteng di 20 rojan da kir xwedîmal ( Abdullah Söylemez - Anadolu Ajansı )

Ağrı

 Li Agiriyê mala yekçavî ya bê serşok û metbex a malbata Kan a 3 kesî, bi destê dewletê û xêrxwazan hat mezinkirin û nûkirin. Malbata Kan ji ber vê derfetê gelekî kêfxweş bû.

Xwebexşên Şaxa Heya Sor a Tirk li Agiriyê hîn bûn ku Abdurrahman Kan, jina wî Asya Kan û keça wî ya 14 salî ku navê diya wê Asya lê kirine û li Taxa Mehmet Akif Ersoy di koxekî da di şertên xirab da dijîn, bi Walîtiyê ra kordîne bûn û ji bo ku malbat di xaniyekî pak da bijî dest bi xebatê kirin.

Xwebexşên Heyva Sor ji bo malbata destteng ku di mala yekçavî ya ku beşeke wê ji bo komir û êzingan dihat emilandin da têkoşîna jiyanê dida, bi alîkariya saziyên dewletê û xêrxwazan va xebata mezinkirin û nûkirinê dan destpêkirin.

Xwebexşan di encama xebatan da mal mezin kirin û beşên wekî metbex, serşok, lavabo û êzingeh li malê zêde kirin.

Xwebexşên mala ku ji hudir û derva va boyax kirin, bi eşyayên wekî xalîçe, nivîn, dolab, televîzyon û taxima qoltixê yên bi alîkariya dewletê û xêrxwazan sitandî raxistin.

- Xwediyê malê yê 70 salî ji şabûna giriya

Abdurrahman Kanê bav ê 70 salî ku xebat şopandin û di vê navberê da alîkariya xwebexşan jî kir, ji şabûna ku mala wî bêyî ucret hat mezinkirin û bi alavên nû hat nûkirin, giriya.

Dêya ku ligel keça xwe piştî temambûna xebatan hat malê, zehf şa bû ku bi xêra destê şewqetê yê dewletê û xêrxwazan va mala wan hat nûkirin.

Serokê Şaxa Heyva Sor a Tirk li Agiriyê Orhan Tatli di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku wan 20 roj berê ji bo nûkirina mala malbata destteng dest bi xebatê kir û her wiha wan di demeke kurt da mal mezin û nû kir û bi alavên nû va raxist.

Tatli bal kişand ku malbat di şertên pir xirab da dijî û wiha dewam kir:

"Mal berê di rewşeke wisa da nebû ku mirov bikaribe tê da bijî, timî dilop dikir. Ciyê komir û êzingan di hundirê malê da bû, pir xirab û nexweş bû. Bav jî ji ber ku kal e tu dahateke wî jî tuneye, ji hêla madî jî mixabin rewşa wî xirab bû. Me pergala metbex, êzingeh û baxçeyê malê jinûva serast kir. Di heman demê da me raxistina malê jî teze kir. Şabûna kekê me yê xwediyê malê ji çavên wî diyar dibe."

Abdurrahman Kan jî destnîşan kir ku mala wî berê di rewşeke pir xirab da bû û tê da tu tişt tunebû û lewma ji ber ku mala wî hat mezinkirin û nûkirin, ew gelekî bextewar e.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın