Jiyan

Delala biçûk ya li Îdlibê ji şewatê hatibû xelaskirin gihîşt siheta xwe

Dergûşa 21 mehî Delal Duxaymaya li Îdliba bajarê Sûriyeyê ji şewatê hatibû xelaskirin piştî 16 emeliyatan gihîşt siheta xwe

Serkan Avci   | 04.05.2021
Delala biçûk ya li Îdlibê ji şewatê hatibû xelaskirin gihîşt siheta xwe

Mersin

Dergûşa 21 mehî Delal Duxaymaya ku li Îdliba bajarê Sûriyeyê di şewata ku konê tê da bûn da bedena wê şewitî li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mersînê piştî 16 emeliyatan gihîşt siheta xwe.

Yasmîna 10 salî di şewatê da mir, dergûşa 21 mehî Delal jî giran şewitî ku bi alîkariya Wezareta Tenduristiyê ew anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Hatayê.

Paşê ew sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mersînê kirin ku li wir di nav 4 mehan da ew 16 caran emeliyat bû.

Ji bo emeliyatên Duxaymayê 6 ekîb hat avakirin, dest, rû, mil, ling û çokên wê yên şewitî hatin emeliyarkirin û ew gihîşt siheta xwe.

Pisporê Nexweşiyên Zarokan Doxtor Aydin Yucelê di ekîbê da ye ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand di wezîfeya xwe da heta niha wî karekî wiha zehmet nekiriye.

Yucel got ew roja ewil a ku Delal anîn nexweşxaneyê qet ji bîr nake û wiha axivî: "Dema ew anîn nexweşxaneyê ji sedî 10 şansê wê yê jiyînê hebû. Ji sedî 40î zedetir bedena wê şewitîbû û me got ew nikare bijî, dergûşeke mucîze ye. Em nexweşên rewşa wan gelek giran in dibînin, lê rewşa wê hê girantir bû. Ji ber wê tedawiya wê pir tesîr li ser min kir."

Yucel got ji bo ku ew bijî wan dest bi xebatê kiriye û wiha dewam kir: "Bedena wê şewitî bû. Di beşa nexweşên giran da 8 emeliyetên piçûk, 8 emeliyetên mezin bû ku cihê şewatê werin tedawîkirin. Di pêvajoya tedawiyê da midaxeleyên cidî derbas kir. 3 caran sepsîs derbas kir û ji mirinê filitî. Vê gavê rewşa wê baş e û hat halê ku em wê bişînin malê. Talûkeya wê nema. Di serî da nikaribû bêhna xwe hilda û bidan. Di gewriya wê da qulek hat vekirin. Ji wê qulê ra xwarin û vexwarin danê. Bi bavê xwe ra dimîne. Diya wê li Sûriyeyê ye û pêdiviya wê bi diya wê heye. Li benda hatina diya xwe ye. Di paşerojê da li nexweşxaneya me wê tedawiya fîzîkê bidomîne. Ji aliyê cerahê plastîkê va jî wê were şopandin. Piştî ku mezin bû seba estetîkê emeliyet bibe."

Yucel daxuyand ku ew ji bo rewşa wê ya dawîn kêfxweş in û ji bo ku Delal dijî ew serbilind in.

- "3 caran ji mirinê filitî. Her carê doxtoran midaxale kir û nehiştin ku bimire"

Ebdulfettah Duxaymê bavê wê jî diyar kir ku şewata ku keçeke wî tê da mir, ji bîrê naçe.

Duxaym daxuyand, di şewatê da ewladeke wê mir, Delala piçûk jî xwe di daşirê da veşartibû û wî ew ji wir derxist û bir navenda tenduristiyê ya herêmê û wiha dewam kir:

"Ambulansên Tirkiyeyê di nav 10 deqîqeyan da ketin nav axa Sûriyeyê. Xwedê ji wan razî be, em demildest derbasî Tirkiyeyê bûn. Li Mêrsînê dema tedawî dibû, 3 caran ji mirinê filitî. Her carê doxtoran midaxale kir û nehiştin ku bimire. Min texmîn nedikir ku bijî. Ez heta xweş bim, vê qenciya doxtoran ji bîr nakim. Ew nebûna keça min ê bimira. Xwedê kirî ew hene. Weke bav min gelek tengasî kişand. Şikir ji Xwedê ra ku keça min niha dijî."

Duxaym diyar kir, ji bo ku malbata wî bînin Mêrsînê wî ji rayedarên Tirkiyeyê alîkarî xwest.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın