Jiyan

Daristanên Sariqamîşê di payîzê da rengo rengo bûn

Nihat Kavşut   | 17.10.2020
Daristanên Sariqamîşê di payîzê da rengo rengo bûn

Kars

Tebîeta Sariqamîşa navçeya Qersê di payîzê da rengo rengo bû.

Li Sariqamîşê Çemê Suluyê û Çemê Karanlikê û li Geliyê Keklikê ku lê Gola Werdekan, Şiranek û Daristanên Sariqamîşê lê hene di payîzê da darên sipîndar, narewan û şîlanan rengo rengo bûn û dîmenên xweş derketin.

Siruşthez û wênekêş di nav tebîeta Sariqamîşê da him digerin û him jî wêneyan dikişînin.

Zeynep Kurtuluşa ji bona kêfê wêneyan dikişîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir Sariqamîş di payîzê da zehf xweş e.

Kurtuluşê diyar kir di payîzê da tebîeta navçeyê rengo rengo dibe û wiha got: "Em wek wênekêşên amator me wêneyên xweş kişandin. Sariqamîş li gor demsalên din di payîzê da hê xweş dibe. Darên sipîndaran rengo rengo ne. Dîmenên xweş derdikevin."

Alper Yildirimê wênekêş destnîşan kir Sarîqamîş di payîzê da zehf xweş e û wêneyan dikişînin û got ku bira her kes bê serdana herêmê.

Turku Demirciya siruşthez jî diyar kir di payîzê da gera li tebîetê zehf xweş e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın