Jiyan

Daristanên Salordekê yên li Tunceliyê bi rengên payîzê xemilîn

Sidar Can Eren   | 07.10.2021
Daristanên Salordekê yên li Tunceliyê bi rengên payîzê xemilîn Sidar Can Eren - AA

Tunceli

 Li Tunceliyê bi hatina payîzê ra daristanên Salordekê ku şêniyên herêmê wekî "dilê siruştê" pênase dikin, bi rengên kesk, tûtik, zer û sor xemilîn.

Tuncelî di nav çiyayên terikî û asê da hatiye avakirin û ji behrê 940 mêtre bilind e. Her sal bi hezaran turîstên xwecî û biyanî vê siruşta ku dest pê neketiye, ziyaret dikin.

Daristanên Salordekê ku dikevin navbera navçeyên Pulumur û Nazimiyeyê jî payîz xweş dibe.

Daristan her demsal xweş in û bi xweşikahiyên xwe yên cuda va balê dikişînin.

Ziyaretvan bi taybetî dawiya hefteyê bi tûran ra tên herêmê û di nav daristanan da digerin û wêneyan dikişînin.

Nivîskar û hezjêkerê siruştê Caner Canerîkê ku li nav daristanan geriya, ji nûçegihanê AAyê ra got ku siruşta vê derê hê nehatiye keşifkirin.

Canerîk daxuyand ku daristanên gundê Salordekê bi cureyên xwe yên nebat û heywanên kovî va dertê pêş û wiha dewam kir, "Li herêma ku em vê gavê lê ne, 4-5 cure dar hene. Ji bilî vê populasyona heywanan lê zêde ye. Digel hirç û xinzîran li gor îdiayê parsê Anadoluyê jî hatiye dîtin. Li vê derê werşeq pir zehf in û em pir rast tên."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın