Jiyan

Dîmenên nedîtî yên kaşûna turîstên macerahez a li Çiyayê Artosê

Kaşûna 4 turîstên biyanî ya li ser Çiyayê Artosê yê 3 hezar û 550 metre bilind, dîmenên rengîn derxistin holê.

Önder Beyter   | 25.01.2021
Dîmenên nedîtî yên kaşûna turîstên macerahez a li Çiyayê Artosê

Van

 Turîstên ku hilkişiyan serê Çiyayê Artosê ku li Gevaşa navçeya Wanê ye û 3 hezar û 550 metre bilind e, li serê çiya kaşûn kirin û her wiha heyr û hejmetkarî menzereya newaze ya pîstên xwezayî û Gola Wanê bûn.

Clarisse Bauwensa Fransî ya ku ji kaşûnê zehf hez dike, digel Jules Dutourê Swîsreyî bi karavanê derketin rê da ku li welatên cuda yên ku Tirkiye jî di navê da ye li nêzîkî 400 ciyî kaşûnê bikin.

Herdu hevalên ku di qedera salekê da çûn 14 wealtan û li serê çiyayên bilind kaşûn kirin, li Yewnanistanê Antoine Cretinon û Lucie Ginet jî dan rexê xwe û berê xwe dan Tirkiyeyê.

Ev herçar turîstên macerahez piştî ku li gelek ciyî geriyan, hatin Wanê û biryar dan ku hilkişin serê Çiyayê Artosê yê 3 hezar û 550 metre bilind.

Turîstên ku piştî hilkişîneke dijwar a ku bi qasî 4,5 saet domand derketin serê çiya, bi navberên kurt ji berpal û kendalan bi kaşûnê slalom kirin û berjêr bûn.

Dîmenên kaşûnê yên turîstan ên li ber menzereya newaze ya Gola Wanê mirov hejmetkar dihêle.

- "Ji me wetrê em li Norwecê ne"

Turîst Jules Dutour di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku yek ji kaşûna herî xweş, wan li Wanê kir.

Dutour diyar kir, gava wan plana tûra kaşûnê kir, wan biryar da ku Çiyayê Artosê jî bikin nava tûrê û wiha dewam kir:

"Dema me li vir kaşûn kir, me wisa hîs kir ku ji me wetrê em li Norwecê ne. Kaşûna li Çiyayê Artosê ya li ber menzereya Gola Wanê tiştekî zehf newaze ye. Li ciyekî din ê dinyayê derfeteke wiha tuneye. Piştî Yewnanistanê em serê berfanbarê hatin Tirkiyeyê. Em ê 3 mehan li Tirkiyeyê bimînin û em ê biçin hemû çiyayên ku kaşûn lê tê kirin."

Lucie Ginetê jî bal kişand ku kaşûna li Çiyayê Artosê ya li ber menzereya Gola Wanê tiştekî nedîtî ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın