Jiyan

Dîmenên mîkrobiyalîtên di bin Gola Wanê da hatin kişandin

Mesut Varol   | 23.06.2022
Dîmenên mîkrobiyalîtên di bin Gola Wanê da hatin kişandin

Van

 Pîjikên (mîkrobiyalît) di bin Gola Wanê da yên ku dirêjiya wan digihîje 23 metreyan bi kameraya binav va hatin kişandin.

Mîkrobiyalîtên ku di Gola Wanê da qadeke 2-3 kîlometreyî digirin, bala kesên ku xwe berdidin binê avê dikişînin. Derhênerê Dîtbarî yê Binê Avê Tehsin Ceylan jî bi tîma xwe ya xozneber a 7 kesî va li tengava Altinsaçê xwe berda binê Gola Wanê û pîjikên ku jê ya herî dirêj 23 metre bilind e, kişandin.

Ceylan ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku li ciyên cuda yên Gola Wanê ev pîjik derdikevin pêşiya mirov.

Ceylan bal kişand ku çêbûna her mîkrobiyalîtekî di sedsalan da pêk tê û wiha dewam kir:

"Di zemîna golê da li ciyên ku ava şêrîn jê dertê, çêdibin. Bermayiya kalsiyûm karbonat e ku di encama fotosenteza algên fîto bentîk û bakteriyên siyanoyê da çêdibin. Ji ber awayê wan ê cureyê zênaran, dibe ku bêcan bixuyên lêbelê zindî ne û timî mezin dibin. Ji hêla pêkhatinê va dişibin mercanan. Heta niha me li gelek ciyan tesbît kirin. Yê herî bilind 23 metre ye. Ev, organîzmayên zindî ne. Di Gola Wanê da bi tenê dibistaneke xozneberiyê heye. Meriv dikare hejmara dibistanên xozneberiyê zêde bike û van pîjikan nirxekî turîstîk."

​​​​​​​ Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın