Cotkarên li gundê Alaniçiyê ku debara xwe bi xwedîkirina heywanan dikin, li mêrg û çêregehên ku traktor nikarin bigihîjinê, bi tirpanê giya diçinin.
Tevî hewaya germ jî cotkarên ku ji bo dabînkirina pêdiviyên xwarina heywanên xwe bi tirpanê giya diçinin û bi hev ra dixebitin.
Cotkar Eşref Gurturk got ku ew zêdetirî 40 salan e bi tirpanê giya diçine.
Eşref Gurturk diyar kir ku ew bi sîstema berê alîkariya hev dikin û got, "Erdê me zehmet û asê ye, deverên rast jî ji bo ketina traktoran pir şil û hezek e. Ji ber vê yekê, em pênc-şeş kes li hev kom dibin û bi vê hewldana hevkariyê, her roj ji bo yekî ji me giyayê wî diçinin. Çinîna giya bi tirpanê karekî dijwar e, lê çareya me nîne; em bi xwedîkirina heywanan ra mijûl dibin û giyayê ku em dibirin, em ji bo dabînkirina pêdiviyên xwarina heywanên xwe bi kar tînin."
Cotkar Sabrî Agir jî got, "Ez jî nêzîkî 30 sal e ku bi tirpamê giha diçinim. Karekî dijwar e, lê çareya me nîne. Em rojane 10 donim giha diçinin. Em vî gihayî dikin ka û di zivistanê da jî didin heywanên xwe."