Jiyan

Cizîra navçeya Şirnexê ji bo sezona turîzmê bi hêvî ye

Ekrem Payan, Ahmet Kaplan  | 03.07.2022 - Rojanekırın : 05.07.2022
Cizîra navçeya Şirnexê ji bo sezona turîzmê bi hêvî ye

Şırnak

Cizîra navçeya Şirnexê ya bi dîrok, nirxên çandî û siruşta xwe va her roj zêdetir balê dikşîne îsal ji bo sezona turîzmê bi hêvî ye.

Li navçeyê gelek dewlemendiyên dîrokî û çandî hene ku turîstên herêmî û biyanî eleqeyê nîşanî van deran didin.

Tirba Hezretî Nuh Pêxember, Tirba Îsmaîl Ebul-Îz El Cizîrî, Medreseya Mîr Evdal, Tirba Mem û Zînê, Qişleya Hemîdiyeyê û Qesra Mehmed Axa mekanên dîrokî yên navçeyê ne ku mazûvaniya ziyaretvanan dikin.

Mizgefta Mezin a li Taxa Daxqapiyê ya dîrokî jî ji hêla Şaredariya Cizîrê va tê nûkirin.

Xebatên nûkirinê yên li Medreseya Sor a ku Melayê Cizîrê ders lê daye jî dewam dikin.

- "Ji bo sezon baş derbas bibe xebatên me dewam dikin"

Midûrê Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya Cizîrê Cuneyt Munîs ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand navçe ji hêla bawerî û nirxên çandî va cihekî gelekî girîng e, piştî tevdîrên şewbê jiyan dîsa normal bû turîzm jî geş bû.

Munîs got hatin û lêmayîna Cizîrê rehet e, ji ber ku navçe 10 kîlomêtro dûrî balafirgehê ye meriv dikarin bi hêsanî bên navçeyê.

Munîs got ji bo ku ziyaretvan li navçeyê bi rehetî wextê xwe derbas bikin Qaymeqamtiya Cizîrê û Şaredarî bi hev ra dixebitin û wiha axivî: "Ji bo sezon baş û geş derbas bibe xebatên me dewam dikin. Em benda turîstên herêmî û biyanî ne ku ew bên navçeya me. "

Munîs diyar kir, li navçeyê bi kutabûna xebatên restorasyonê va ew li bendê ne ku çûyîn û hatina turîstan zêdetir bibe û daxuyand, ji Rojhilata navîn ziyaretvan bi taybetî seba Tirbeya Mem û Zînê tên navçeyê.

Munîs wiha xeberda, "Di hefteyê da 20 û 30 qefle navçeyê ziyaret dikin. Em ber bi nîvê sezonê li bendê ne ku di hefteyê da herî kêm 40 û 50 qefle werin."

Rêberê dildar ê tûrê Abdulazîz Bîlge jî diyar kir, ziyaretvan bi taybetî eleqeyê nîşanî tirbeyên Hezretî Nuh Pêxember û Mem û Zînê didin.

Bîlge wiha axivî, "Avahiyên ku niha tên restorekirin jî ku vebin, qerebalixî wê zêdetir bibe. Ji her derê anadoluyê mêvan tên."

Hamîde Çakmaka ku ji Stenbolê hatiye, diyar kir, şansê wê heye ku van deran digere û daxuyand ku bêhna dîrok û medeniyetê ji navçeyê tê.

Çakmakê wiha xeberda, "Ev cara duyem e ku têm herêmê. Her cara ku têm, bêhna min dertê. Bi rastî bûm heyran. Dilê min heye ku careke din jî werim."

Ozge Kuvasa ji Kocaeliyê hat jî wiha got, "Bi taybetî min dixwest ez werim vê hermê. Tişta ku ji me ra dihat gotin û ya ku me dît, ji hev pir cudatir in. Em li erdnîgariyeke xweştir in."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.