Jiyan

Çiyayê Cîloyê û "Golên Cemedê yên Satê" benda mêvanan in

25.07.2020
Çiyayê Cîloyê û "Golên Cemedê yên Satê" benda mêvanan in Ali İhsan Öztürk - Anadolu Ajansı

Hakkari

 Çiyayên Cîloyê yên li Yuksekovaya navçeya Hekariyê ji aliyekî va bi Golên Cemedê yên Satê va û ji aliyekî va jî bi xweşiyên xwe yên siruştî yên rengên cur be cur ên demsalan li ser xwe dihewîne va bala ziyaretvanan dikişîne ser xwe û deriyê dinyayeke nû li wan vedike.

Di salên borî da operasyonên ku hêzên ewlehiyê dijî PKKya rêxistina terorê da li herêmê dibin serî zêdetir bûn û hizûr û aramiya li herêmê tesîra xwe di her qadê da nîşan da. Deşt û zozanên xweşik û hêja yên li Yuksekovayê jî ketin xizmeta welatiyan.

Şêniyên navçeyê û welatiyên tên herêmê li deşt û zozanên navçeyê digerin û xweşiyên wê yên siruştî dibînin û bi organîzasyonê tên kirin jî her diçe eleqeya li ser herêmê zêdetir dibe.

Golên Cemedê yên Satê ku li ser Çiyayê Cîloyê bilindahiya wê 3 hezar û 500 metre ne û wek "qada divê teqez bên parastin hatine îlankirin" bi rengrengiya xwe dest bi ezimandina mêvanan kir.

Çiyayê Cîloyê û "Golên Cemedê yên Satê" benda mêvanan in

Çiyayên Cîloyê yên li Yuksekovaya navçeya Hekariyê ji aliyekî va bi Golên Cemedê yên Satê va û ji aliyekî va jî bi xweşiyên xwe yên siruştî yên rengên cur be cur ên demsalan li ser xwe dihewîne va bala ziyaretvanan dikişîne ser xwe û deriyê dinyayeke nû li wan vedike. Di salên borî da operasyonên ku hêzên ewlehiyê dijî PKKya rêxistina terorê da li herêmê dibin serî zêdetir bûn û hizûr û aramiya li herêmê tesîra xwe di her qadê da nîşan da. Deşt û zozanên xweşik û hêja yên li Yuksekovayê jî ketin xizmeta welatiyan. ( Özkan Bilgin - Anadolu Agency )

Golên cemedê yên li ser çiyayên Cîlo û Îkiyakayê ku tu kêmasiya wan ji Alpên Swêdê nîne bi sûlavên ava wan ji 20 metre bilindahiyê diherike, siruşta xwe ya paqij û dîmenên xwe yên bêhempa va mirov heyranê xwe dihêle.

Welatiyên ku di salên berê da li gundê Îkiyaka Satê bûn û di sala 1995an da ji ber êrîşên terorê cih û warên xwe terikandibûn bi salan şûn va vegeriyan gundê xwe û li ser golên cemedê seyranê kirin û di nav siruştê da kêf kirin.

Çiyayê Cîloyê û "Golên Cemedê yên Satê" benda mêvanan in

- "Di qada turîzmê da wê gelek bi kêr bê"

Qaymeqamê Yuksekovayê û Wekîlê Şaredar Osman Dogramaciyê ku hat Golên Cemedê yên Satê daxuyanî da nûçegihanên AAyê û got ku ji ber hizûra li herêmê ew kêfxweş in.

Dogramaci di axaftina xwe da got ku herêm ji bo turîzmê cihekî gelek baş e û wiha dewam kir: "Di salên borî da hatina vê derê hêsan nebû lê niha bi saya têkoşîna me ya li dijî terorê em dikarin bi rihetî li van deran bigerin. Di rojên pêş me da çawa ku milet diçe Alpên Swêdê wê wisa jî bên Yuksekovaya Hekariyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın