Abdullah Söylemez
19 Sibat 2024•Rojanekirin: 21 Sibat 2024
Li Agiriyê Gola Masiyan a raqim 2241 a rûqerimî û Qesra Îshaq Paşa, wênehez û xwezahezên ji çaraliyê welêt diezimînin.
Bajarê Agiriyê yê ku gelek bedewiyên dîrokî û xwezayî yên wekî Qesra Îshaq Paşa ya qedîm, Gola Masiyan a raqim 2241, Kanyona Muradê û germav lê hene, zivistanê bi rengekî cuda sipehî dibe.
Lewma jî wênehez û xwezahez ên ji çaraliyê welêt, qefle bi qefle bi rêya fîrmayên tûrê tên dîtina van deran û wekî rawestgeha ewil jî diçin dîtina Gola Masiyan û ji xwe ra li dora golê digerin.
Wênehez li vir wêneyên xweza û çiyayên bilind ên di bin berfê da dikişînin û bi şûnda jî derbasî navçeya Bazîdê dibin û diçin dîtina Qesra Îshaq Paşa ya di Lîsteya Berwext a Kelepora Cihanê ya UNESCOyê da ye.
Xwezahez piştî ku wêneyên avabûna rojê ya di ber qesrê ra dikişînin, berê xwe didin germavên li navçeya Diyadînê.
Fatma Songul Akyuza ji Stenbolê hatiye, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ew ji bo geryan û wêneşikandinê hatin bajêr, wan bajar û herêm pir eciband û bi dilê xwe wêne kişandin.
Încî Şolpar û Gulşah Kayayê jî diyar kirin ku ew li cihên dîrokî û xwezayî yên bajêr geriyan û wan wextekî pir xweş derbas kir.
Organîzatorê tûrê Miralim Gumuş jî diyar kir ku ew pirî carî ji bo herêmê tûra wêneyan li dar dixin û wiha got, "Em ji bo Tirkiyeyê û welatên cuda yên dinyayê ger û geşta wêneyan li dar dixin. Em gelek carî hatin Qesra Îshaq Paşa. Em salewextê 5-6 caran tên. Beşdarên tûrê pir kêfxweş dibin û dixwazin careke din jî bên."