Jiyan

"Çemê Munzurê" bû ciyê civana raftînhezan

Sidar Can Eren   | 07.09.2021
"Çemê Munzurê" bû ciyê civana raftînhezan

Tunceli

 Li Tunceliyê Çemê Munzurê yê ku ji Parqa Neteweyî ya Geliyê Munzurê ra derbas dibe û ji parkurên raftîngê yên herî bi qalîte yên dinyayê tê hesibandin, di hemû demsalên salê da bala betlanevanan dikişîne.

Bajarê di nava çiyayên asê da yê ku gelek bedewiyên wê yên xwezayî û her wiha deverên wê yên girîng ên raftîngê hene, zivistanê bi xwezaya xwe ya spîçîl, bihar û havînê jî bi xwezaya xwe ya kesk û hêşînahî va ziyaretvanan hejmetkar dihêle.

Tunceliya ku gelek deverên wê yên gerê yên xwezayî û dîrokî hene, nexasim di navbera adar û mijdarê da ji hêla bi hezaran ziyaretvanî tê ziyaretkirin.

Di van salên dawîn da bi veberhênan û organîzasyonên ku hatin lidarxistin va bajar bû navendeke werzişên avê. Her wisa li bajêr qadên werzişê yên wekî raftîng, kano, zîplîne û paraşûta palê ketin xizmetê û bi saya van gelek kesên ji adrenalîn û macerayê hez dikin, tên bajêr.

Betlanevanên ku nava hefteyê û dawiya hefteyê ji parêzgehên nêzîk tên, ji bo raftîngê diçin Navenda Werzişên Avê ya Qaymeqamê Şehîd Muhammet Fatih Safiturk a li sertara Parqa Neteweyî ya Geliyê Munzurê.

Betlanevan li vê derê amadekariyên pêwîst dikin, kask didin serê xwe û êleng li xwe dikin. Ji vir jî betlanevanan dû ra dibin Pira Venkê an jî dibin tanga Sîlîç û Pîlvenkê yên ku li parqa neteweyî ciyê destpêka raftîngê ye.

Betlanevan ji rêberan agahiyên kurt distînin û wekî komên 6-8 kesî li botan siwar dibin.

Betlanevan di parkura navneteweyî da ya 35 kîlometreyî ya li ser Çemê Munzurê, bi qasî 5 saetan raftîng dikin. Betlanevan bi vî awayî hem ji stresa bajêr dûr dikevin û hem jî kêf dikin.

Raftînghez Mehmet Yildirim ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ew hatin Tunceliyê gerê û ew li ciyên cuda yên bajêr geriyan.

Yildirim bal kişand ku bajar bi av, xweza, hewa û însanên xwe va ciyekî pir sipehî ye û wiha dewam kir:

"Ez bangî herkesî dikim ku bên ger û dîtina vir. Vir zehf xweş e. Raftînga li ser Çemê Munzurê jî tiştekî nedîtî û zehf xweş e."

Ziyaretvan Ali Dayik û Mehmet Emin Dayik jî diyar kirin ku ew ji bo gerê hatin Tunceliyê û wan bajar û her wiha raftînga li ser çem zehf eciband.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın