Jiyan

Çûkên ji Nîvkûreya Başûr vedigerin li qadên avî yên Îdirê datînin

Hüseyin Yıldız   | 06.04.2021
Çûkên ji Nîvkûreya Başûr vedigerin li qadên avî yên Îdirê datînin

Iğdır

Li herêma rojhilat ji navendên çûkan ên girîng yek jê Îdir e û koça çûkan a ber pê va dest pê kir.

Îdir ji ber pozîsyona erdnîgarî û şertên av û hewayê wekî "Çukurovaya Rojhilat" tê binavkirin û cureyên heywanên beyanî yên li wir gelek in jî balê dikşînin. Ew der bi taybetiya xwe di heman demê da ji bo Çûkên ji Nîvkûreya Başûr dest bi vegerê dikin jî wek rawestgeh e.

Çûkên li Nîvkûreya Bakur dijîn bi sarbûna dinyayê ra berê xwe didin Nîvkûreya Başûr û dema dinya li wir sar dibe jî careke din dest bi vegerê dikin û dizivirin warê xwe yê berê.

Deşt, zozan û qadên avî yên li Îdirê ne di nav Parka Neteweyî ya Agiriyê da û ew der ji parkên herî mezin ên Tirkiyeyê yek e. Qadên avî yên li bajêr ji niha va dest bi ezimandina mêvanên xwe yên ji Nîvkûreya Başûr dizivirin dike.

Midûrê Navenda Çûkan a Zanîngeha Îdirê Emrah Çelîk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Îdir ji ber derfetên erdnîgariya xwe li ser rêya çûkên koç dikin digire û wek rawestgeha çûkan e.

Di berdewamiya axaftina xwe da Çelîk got ku li Tirkiyeyê çar rêyên koçê yên çûkan hene û Îdir ji ber cihê erdnîgariya xwe bo çûkan devereke girîng e û wiha domand: "Ji deverên curbecur ên dinyayê çûk koç dikin û ew di demsala biharê da ji Nîvkûreya Başûr ber bi alî me va tên. Koça çûkan ji meha adarê dest pê dike di nîsan û gulanê da dewam dike. Heta nîvê meha hezîranê çûk wê bên."







Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın