Jiyan

Bizinkoviyên ku tên parastin li Geliyê Mûnzûrê hatin dîtin

Li Geliyê Mûnzûrê yê li Tunceliyê bizinkoviyên ku koka wan li ber qelandinê ne û loma hildane bin parastinê, dema ku li xwarinê digeriyan dîmena wan hat kişandin.

İbrahim Atmaca   | 31.03.2020
Bizinkoviyên ku tên parastin li Geliyê Mûnzûrê hatin dîtin

Tunceli

Bizinkoviyên ku nêçîra wan qedexe ye, li navenda bajêr û 7 navçeyên wê hene.

Ekîbên Midûriya Şaxa Tunceliyê ya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî bi rêk û pêk fealiyetên parastin û kontrolê bi cih tînin û ji bo vê jî nêçîrvaniya qaçaxî kêm bûye, bizinkovî jî li siruştê bi rehetî dijîn û digerin.

Bizinkovî li Parka Neteweyî ya Geliyê Mûnzûrê bi hatina biharê ra digerin û dîmenên xweş derdixin meydanê.

Bizinkovî û karikên wan li nav parka neteweyî diçêrin û zikê xwe têr dikin.

Bizin car caran ji bo ku avê vexwin tên ber Çemê Mûnzûrê û bi xweşikbûna xwe va bala dîtiyan dikşînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın