Bi xêra 16 bendav û golên ku li Wanê hatin çêkirin, bi hezaran hektar erazî tên avdan
Bi saya 11 bendav û 5 golên piçûk ên ku Midûriya Giştî ya Karûbarên Avê ya Dewletê li Wanê dan çêkirin, 56 hezar hektar eraziyê çandiniyê tê avdan
Yılmaz Kazandioğlu
30 Hezîran 2026•Rojanekirin: 30 Hezîran 2026
photo: DSİ 17. Bölge Müdürlüğü / AA
VAN
Bi saya 11 bendav û 5 golên piçûk ên ku Midûriya Giştî ya Karûbarên Avê ya Dewletê li Wanê dan çêkirin, 56 hezar hektar eraziyê çandiniyê tê avdan.
Wan ji bo çandinî û heywandariyê di nava cihên giring da ye. Li Wanê projeyên ku bi taybetî seba piştgiriya pêşketina gundewaran û avdana eraziyan dan destpêkirin, dewam dikin.
Wêne : DSİ 17. Bölge Müdürlüğü/AA
Xebat di hîmayeya Midûriya Herêma 17emîn a Karûbarên Avê ya Dewletê da tên kirin û li Wanê heta niha 11 bendav û 5 golên piçûk hatin çêkirin û vekirin.
Bendavên ku seba hilberîna ceyranê, ava vexwarinê û avdanê tên xebitandin û gol li tevahiya bajêr kêrî avdana nêzî 56 hezar hektar eraziyên çandiniyê tê.
Midûrê Herêma 17emîn a Karûbarên Avê ya Dewletê Cîhan Aksoy ji nûçegihanê AAyê ra got ku li bajêr veberhênanên giring hatin kirin û ji bo xizmetê hatin vekirin.
Aksoy daxuyand, ji bo çavkaniyên avê yên li qadên ku di berpirsiyariya wan da ne, baş werin xebitandin, ew dixebitin û wiha dewam kir, "Me vê gavê bi tevahî 16 bendav û golên piçûk çêkirin û kuta kirin. Çêkirina bendavek û 8 golên piçûk dewam dikin."