Jiyan

Bi saya darên fêkiyan ên li daristanên Sariçamê rewil û heywan birçî namînin

Di qadên daristanê yên li Qersê da bi saya çikandina darên fêkiyan heywanên wek hirç, werşeq, gur û gelek cûreyên çûkan têr dibin.

Hüseyin Demirci   | 18.09.2021
Bi saya darên fêkiyan ên li daristanên Sariçamê rewil û heywan birçî namînin

Kars

 Li Sariqamîşa navçeya Qersê di qadên daristanê da darên fêkiyan ên ku hatibûn danîn bi kêrî heywan û rewilên li çolê tên û ew bi fêkiyên wan daran xwe têr dikin.

Şefîtiya Çiqlên Karsaziya Daristanê ya Sariqamîşê li qada 67 dekarî her sal nêzî milyon û nîv çiqlên darên wek kaj, çama zer û daran diçikînin û li qadên Herêma Rojhilatê Anadoluyê datînin.

Li wê derê di heman demê da salê bi qasî 100 hezar çiqlên darên wek hurmî, givîj, şeqoq û şîlanê jî li qadên daristanî tên danîn.

Ji fêkiyên li ser wan daran tên jî heywanên wek hirç, werşeq, gur û gelek cûreyên çûkan û rewilan îstifade dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın