Mehmet Niyazi Deniz
04 Tebax 2026•Rojanekirin: 04 Tebax 2026
Li Sêrtê bi saya serê "Projeyên Îslah û Amenajmana Merayê" va heywandar û hilberîner di şertên pêşketî da fealiyetan dimeşînin.
Di çarçoveya xebatên par bi piştgiriya Wezareta Çandinî û Daristanê hatin destpêkirin da li gundê Durankayayê yê navçeya Şêrwanê û gundê Çatê yê navçeya Berwariyê veberhênanên xurtkirina binesaziya heywandariyê hatin cîbicîkirin.
Li gundê Durankayayê ji bo dabînkirina avê li merayê ya ji bo heywanan, bi veberhênana milyonek û 463 hezar lireyî va bîreke sondajê hat vekirin û sîstema dabînkirina avê ya bi enerjiya rojê hat avakirin û her wiha cihê pezdotinê û ji bo avdana heywanan kurnên avê hatin çêkirin û şertên bikaranîna merayê hatin tekûzkirin.
Li gundê Çatê jî bi veberhênana milyonek û 195 hezar lireyî va bîreke sondajê û sîstema dabînkirina avê ya bi enerjiya tavê hat sazkirin û her wiha cihê pezdotinê, stargeha şivên û kurnê avê hatin çêkirin.
Rêveberê Çandinî û Daristanê yê Parêzgehê Mustafa Şanverdî ji nûçegihanê AAyê ra ragihand ku Sêrt di warê çandinî û xwedîkirina heywanan da xwedî potansiyeleke mezin e.
Şanverdî da zanîn ku ew ê piştgiriya xwedîkirina heywanan bidomînin û wiha got: "Hebûna me ya merayê ya ku di sala 2022yan da nêzî 22 hezar hektarî bû, ji hezîrana 2026an û pê va me gihand nêzî 47 hezar hektarî. Bi taybetî bi xebatên ku me di salên 2025 û 2026an da kirin, me qada merayên xwe zêde kir."
Mixtarê gundê Çatê Mehmet Firat ku bi xwe jî heywandariyê dike, diyar kir ku veberhênanên hatine kirin alîkariyeke girîng dane xwedîkirina heywanan a li gund.
Mixtarê gundê Durankayayê Sitki Cengîz jî destnîşan kir ku bi projeyan va binesaziya xwedîkirina heywanan li gund bihêztir bû.
Cafer Cengîzê ku li gund heywandariyê dike jî destnîşan kir ku xebata hat kirin, hêsankariyeke mezin digihîne heywandaran.