Jiyan

Bi piştgiriya dewletê xeyala xwe ya çêwliga qazan bi cî anî

Yunus Orkînê ku li Bidlîsê dijî di çarçoveya projeya "Cotkarê Ciwan" da 30 hezar lire piştgirî sitand û çêwliga qazan a ku xeyala wî ya zaroktiyê bû ava kir

Elif Orhan  | 12.06.2019 - Rojanekırın : 14.06.2019
Bi piştgiriya dewletê xeyala xwe ya çêwliga qazan bi cî anî

Bitlis

Yunus Orkînê ku li Norşîna navçeya Bidlîsê dijî bi piştgiriya dewletê çêwliga qazan ava kir.

Orkînê 29 salî yê ku ji beşa Teknîkeriya Tenduristiyê ya Beytariyê mezûn bûye demekê karên cuda kirin û paşê biryar da ku xeyala xwe ya zaroktiyê bi cî bîne û qazan xwedî bike.

Orkîn di serî da 15 cûcikên qazan sitand û dest bi kar kar û ji bo ku karê xwe mezin bike û dahata xwe zêde bike serî li projeya "Cotkarê Ciwan" ê ku Wezareta Çandinî û Daristanê bi rê va dibe da.

Orkîn di vê çarçoveyê da 30 hezar lire piştgiriya hîbeyê sitand û nêzî mala xwe ya li Taxa Şenovayê 4 sal berê çêwlig ava kir û di çêwligê da bi makîneya kurkê qazan xwedî dike.

Orkîn qazên ku xwedî dike digel bajarên hawirdor dişîne Iraqê jî û armanca wî ew e ku tesîsa entegre ava bike û potansiyela kar mezin bike.

Orkîn daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku dema li zanîngehê bû li ser heywanên perende lêkolîn kirin û dît ku herêma lê dijî ji bo xwedîkirina qazan guncav e.

Orkîn diyar kir ku piştî mezûnbûnê sektora taybet da xebitî û wiha axivî: "Min pişt ra li ser lêkolînên xwe biryar da ku qazan xwedî bikim. Ev 4 sal in ku ez vî karî dikim. Me bi 15 qazan dest pê kir. Paşê me makîneya kurkê sitand. Piştra jî di çarçoveya projeyê da me serî li piştgiriya hîbeyê da. Piştgirî dane min. Pînik hat çêkirin, me dora wê bi sênca têl pêça. Karê xwe hêdî hêdî mezin kir. Niha dora 3 hezarî qazên min hene."

Orkîn qal ki dixwaze ku karê xwe mezintir bike û wiha axivî: "Ewqas daxwaz çêbû ku niha ez nikarim bigihêjim daxwazan. Hedefa me ew e ku em vê derê bikin herêma pîlot. Karekî gelekî xweş û bi kar e. Ji ber ku em li Deşta Mûşê ne ava me zehf e û merayên me xweş in. Heke em bikarin li vir tesîsa entegre ava bikin em dikarin wekî Qersê vî karî mezintir bikin."

Orkîn diyar kir ku digel bajarên hawirdor, Enqere û Stenbol qazan difroşin Iraqê jî û got ku "Ji zaroktiyê va ev xeyala min bû. Em bi malbatî vî karî dikin. Ji mezinên dewletê ricayeke min heye. Heke eraziyekî bidin me ez wisa bawer dikim ku em ê vî karî gelek mezin bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın