Jiyan

Bi piştgiriya dewletê jimara heywanên xwe derxist 350an

Haşim Yunluyê cotkar: "Me çêwlîka xwe di sala 2016an ava kir. Ez rojê 3 ton şîr didoşim"

Fatih Gazioğlu  | 19.03.2019 - Rojanekırın : 22.03.2019
Bi piştgiriya dewletê jimara heywanên xwe derxist 350an

Muş

Li Mûşê Haşim Yunluyê cotkar li çêwlika xwe ya ku qepasîteya wê heta 120 heywanan bû bi saya projeya modernîzasyonê jimara heywanan derxist 350yan.

Haşîm Yunluyê xelkê gundê Pinarustuya navçeya Korkutê piştî ku projeya wî ji aliyê Kordînatoriya Parêzgeha Mûşê ya Dezgeha Piştevaniya Çandinî û Çolterê (TKDK) va hat pesendkirin, 2,5 milyon hîbe stand û pê ji xwe ra li ser 30 donîm eraziyî çêwlikeke dewaran ava kir.

Yumlu daxuyanî da rojnamevanan û got ku wî bi saya projeya modernîzasyonê jimara heywanên xwe derxist 350yan û wiha axivî:

"Me çêwlîka xwe di sala 2016an ava kir. Ez rojê 3 ton şîr didoşim. Şîrê ku em didoşin li Mûşê û bajarên derûdor difiroşin. Em golikan jî bi 6 hezarî difiroşin. Eger piştgiriya dewletê nebiya mimkun nebû min ev veberhênan bikira. Me ji bo zêdekirina hîbeyê bi projeyeke nû serî li TKDKyê da û wan jî qebûl kir. Ji bo projeya me ya nû 800 hezar lire dan."

Kordînatorê Parêzgehê yê TKDKyê Mehmet Emîn Turan jî diyar kir ew dikarin heta 250 heywanan alîkariyê bidin cotkaran û wiha axivî:

"Gava ku jimara heywana ji 120î derbas bû divê cotkar bi projeyeke nû serî lê bidin. Em jî dinirxînin û alîkariyê didin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın