Jiyan

Bi hespên ji pêşbaziyê ra amade dikin li ser berfê antrenman dikin

Şêniyê gund Omer Dursun: "Ji bo ku masûlkeyên wan bihêz bin û zêde kîlo hilnedin, em hespan li ser berfê perwerde dikin. Berf dike ku hesp li ser xwe bimînin"

Aydın Arık, Rıdvan Korkulutaş   | 11.01.2022
Bi hespên ji pêşbaziyê ra amade dikin li ser berfê antrenman dikin

Bingöl

 Li Karliovaya navçeya Bîngolê ya raqim 1940, li gundê Toklularê ciwan hespên xwe ji bo pêşbaziyên havînê li ser berfê perwerde dikin.

Li naçeya Karliovaya ku zivistana wê pir dijwar e, li gundê Toklularê yê 4 kîlometre dûrî navçeyê, ciwan beşdarî pêşbaziya hespan a ku hersal tîrmehê tên lidarxistin dibin.

Li devera ku xwedîkirina hespan berbelav e, digel gundê navborî ji gundên nêzîk jî ciwan beşdarî pêşbaziyê dibin. Ciwan ji bo vê yekê zivistanê jî bi hespên xwe antrenmanê dikin.

Ciwan timî miqatî hespan dibin, li ser berfê diajon ku lingê hespan di berfê da diçe û bi vî awayî masûlkeyên wan xurt dibe.

Li erdê ku stûriya berfê cih cihan digihîje metreyekê, hespan ji pêşbaziyê ra amade dikin ku di van kêliyan da dîmenên rengîn derdikevin holê.

Şêniyê gund Omer Dursun ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, havîn û zivistan hespsiwarbûn ji bo wan hobî ye.

Dursun bal kişand ku ew, kevneşopiya bav û kalan didomînin û wiha dewam kir:

"Ji bo ku masûlkeyên wan bihêz bin û zêde kîlo hilnedin, em hespan li ser berfê perwerde dikin. Berf dike ku hesp li ser xwe bimînin. Havînê bileztir û rindtir dibezin. Tîrmehê li gundê me pêşbaziya hespan çêdibe. Ji parêzgehên nêzîk jî beşdarî çêdibe. Li gund li mala herkesî hesp heye. Me ji bav û kalên xwe wiha dît, em vê yekê nîşanî zarokên xwe jî didin."

Omer Degirmenci jî destnîşan kir ku li Karliovayê zivistan 6 mehan diajo.

Degirmenci diyar kir, ji bo ku di pêşbaziyê da pileyeke baş bi dest bixin, ew zivistanê hespan baş perwerde dikin û wiha got, "Li gundê me pîsta pêşbaziyê heye, em li wir xwe amade dikin. Ev amadekarî 6 meh dewam dikin. Înşelah em ê vê kevneşopiyê heta heta bidomînin."

Ersin Degirmenciyê 15 salî jî diyar kir ku ew ji piçûktiya xwe û vir va li hespan siwar dibe û niha jî ji bo beşdariya pêşbaziyê, xwe amade dike û wiha got, "Ez roj bi roj çêtir fêrî siwarbûna hespan dibin. Ez dixwazim di demên pêş da bibim jokey."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın