Jiyan

Bi alîkariya dewletê di karê mêşvaniyê da bi ser ket

Sevgî Bozkurta li Mûşê mêşvaniyê dike bi alîkariya dewletê hejmara kewarên xwe ji 150 derxist 650yî

Nihat Kavşut   | 09.08.2019
Bi alîkariya dewletê di karê mêşvaniyê da bi ser ket

Muş

Sevgî Bozkurta li Mûşê mêşvaniyê dike bi alîkariya dewletê hejmara kewarên xwe ji 150 derxist 650yî.

Sevgî Bozkurta 4 zarokên wê hene û li Dereceka (Havadorîk) gundê Mûşê dijî sê sal berê li gund dest bi mêşvaniyê kir.

Sevgî Bozkurtê tevî Cavît Bozkurtê mêrê xwe 150 kewar kirîn, bi hev ra dest bi xebatê kirin û serî li Saziya Piştgirî û Alîkariya Cotkarî û Heywandariyê xistin û bi 63 hezar lireyê hîbeyê 500 kewarên din jî kirîn.

Bozkurta ku li berpalê çiyê mêşvaniyê dike salê 5 ton hingiv kom dike.

Sevgî Bozkurtê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir bi karê mêşvaniyê debara malbata xwe dike.

Bozkurtê diyar kir heger ji dewletê nebûya nikaribû kewarên xwe zêde bike û wiha axivî: "Îsal bereket heye. Salê qederê 5 ton hingiv hildidim. Ev kar ji bona jinan him zor e û him jî xweş e. Şeveqê taştê didim zarokên xwe û peyra tevî mêrê xwe em tên nav mêşan."

Mehmet Emîn Turanê Kordînatorê Saziya Piştgirî û Alîkariya Cotkarî û Heywandariyê yê Mûşê diyar kir em qîmetê didin hilberînerên jin.

Turan destnîşan kir di qebûlkirina projeyan da şensê jinan zêde ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın