Ekrem Payan
18 Gulan 2021•Rojanekirin: 20 Gulan 2021
Li Uludereya navçeya Şirnexê di dezgeha ku bi piştgiriya dewletê hat avakirin da 10 jin tên îstixdamkirin û rişte, xengel û nanesêlên ku bi destê jinan tên çêkirin, bi marqeya "Uluyorem"ê tên firotin.
Qaymeqamtiya Uludereyê û Midûriya Navçeyê ya Çandinî û Daristanê proje pêşkêşî Serokatiya Îdareya GAPê kir û proje hat qebûlkirin. Bi qebûlkirina projeyê ra li ser qadeke 80 mêtreqareyî atolyeyek hat avakirin ku jin tê da hilberînê bikin.
10 jinên ku li atolyeyê hatin îstixdamkirin, rişte, xengel û nanê sêlê çêdikin. Xwarinên ku jin çêdikin, Saziya Patent û Marqeyê ya Tirk ji bo 10 salan wek marqeya "Uluyorem"ê tescîl kir û ev ber di marketan da seba firotinê cihê xwe girtin.
Dahata ku ji firotina beran tê, weke qezenc tê destê van jinan. Tê plankirin ku ber li bajarên din jî werin firotin û jimara jinên ku hatine îstixdamkirin, zêde bibe.
Li navçeyê digel van beran, li 70 malbatan 6 hezar mirîşk hatin belakirin û hêkên van mirîşkan jî bi marqeya "Uluyorem"ê li piyaseyê tên firotin.
Qaymeqamê Uludereyê Ahmet Solmaz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, bi vê projeyê va kevaniyên malan bi keda destê xwe tiştan çêdikin, li piyaseyê difiroşin da ku piştgiriyê bidin aboriya mala xwe.
Solmaz got ku înşeallah hedefa wan îstixdamkirina 100 jinî ye û wiha dewam kir, "Li navçeyê sera, çîlek û karî di serî da ji bo çandina gelek beran em ê projeyan têxin rewacê û piştigiriyê bidin."
Ulkuhan Yildirima ku li atolyeyê hilberînê dike û dahatê bi dest dixe got ku bi wesîleya qaymeqamtiyê wan dest bi xebatê kir û ew nanê sêlê, xengel û 3 cure rişte çêdikin û difiroşin, ew dixwazin marqeya navçeyê bi Tirkiyeyê bidin nasîn.