Jiyan

Berxika kor bi destê xwe xwedî dike

Abdullah Tel   | 14.02.2020
Berxika kor bi destê xwe xwedî dike

Muş

Li Mûşê Alîcan Bîngolê heywandar e berxika kor bi destê xwe xwedî dike.

Bîngolê li gundê Kardeşleran dijî ev 45 sal e bi heman karî ra eleqedar e û debara xwe bi heywandariyê dike.

Di nav pezên wî da berxikek heye ku ew bi taybetî pê ra eleqedar dibe lewra çavên berxikê nabînin û piştî ku wî ev yek ferq kir niha bi destê xwe bîberonê tijî şîr dike û dide devê berxikê.

Bîngol daxuyanî da û got ku wan navê Qismet li berxikê danîn û wiha dewam kir: "Cara ewil e ez leqayî tiştek wiha têm. Ez mîna çavê xwe lê xwedî derdikevim. Berxikên din dema dayikên xwe dibînin ber bi wan va baz didin lê Qismet li dengê min û dayika xwe guhdar dike û wisa li me digere. Him em û him jî gundî ji Qismetê pir hez dikin. Ez ê xwedî bikim û nafiroşim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın