Jiyan

Berpalên biberf ê Erez ew ê ber û bereketê bînin gundan

Hüseyin Yıldız  | 25.01.2022 - Rojanekırın : 26.01.2022
Berpalên biberf ê Erez ew ê ber û bereketê bînin gundan

Iğdır

 Li îdirê ji ber berfa van rojan dibare li gundên herêmên bilind jiyan hema bêje sekinî, cotkar ji bo hişkayî çênebe li bendê ne ku berf hê jî bibare.

Berfa çendek e li Tirkiyeyê dibare gundên li quntara Çiyayê Erezê çîl û sipî kir.

Bajarê ciyê wê çal e havînan germ e zivistanê bê baran û hênik e lêbelê îsal zivistan zor derbas dibe.

Li Îdirê germahiya hewayê li der û dora 10 pileyên binê sifirê dewam dike li gundên li herêmên bilind jî germahiya hewayê hetanî 20 pileyên binê sifirê dikeve.

Bi barîna berfê ra bager jî radibe û hema bêje xanî di binê berfê da man.

Cotkar ligel tengasiyên berfê ji bo havînê hişkahî çênebe dixwazin ku berf zêde bibare.

Sedat Tuncayê ji gundê Candewêşê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi taybetî li gundên li herêmên bilind hemû zor û zehmetiyên zivistanê tên dîtin.

Tuncay destnîşan kir ku ji barîna berfê aciz nabin û wiha axivî: "Îsa li gor salên berê zivistan bi zehmetî derbas dibe, xanî di binê berfê da man. Ya rastî em ji vî halê xwe memnûn in, heke berf nebe av zêde nabe û jiyan disekine."

- "Hişkahî ji bo cotkaran zirar e"

Tuncay got li gundê wan ba û bager zêde radibe bi barîna berfê va zehmetiya zivistanê zêde dibe û wiha pê da çû:

"Em dia dikin ku malê me di binê berfê da bimînin da ku havînê tengasiyê nekişînin. Bira havînê hişkahî çênebe. Hişkahî ji bo cotkaran zirar e. Dema havînê hişkahî hebe pez û dewar jî pere nake, ka û giha biha dibe. Ev jî zirarê dide cotkar û heywandaran. Em dia dikin ku bira berf zêde bibare."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın