Jiyan

Berhevkirina hingivê kulîlkan yê Erdexanê dest pê kir

Günay Nuh   | 31.07.2022
Berhevkirina hingivê kulîlkan yê Erdexanê dest pê kir

Ardahan

 Li Erdexanê ji ber ku wextê berhevkirina "hingivê kulîlkan yê Erdexanê" ya ji hêla Saziya Patent û Marqeyê ya Tirkan va hatiye tescîlkirin dest pê kir mozvan bi kelecan in.

Feydeya hingivê Erdexanê ya li zozan û çiyayên bilind ji kulîlkên curbicur tê berhevkirin ji aboriya Tirkiyeyê ra heye.

Li bajêr 750 mozvanên endamê Yekîtiya Mozvanan ya Erdexanê ne niha ji 45 hezar kewaran hingivê ku bi zehmetî bi dest xistine berhev dikin.

Mozvan di hewaya bê baran û bê ba da heta şev dereng hingiv berhev dikin, di makîneyaê da dadiwêrin û dixin şûşeyan ku bifroşin.

- Kîloya wê 200-250 lire ye

Îsal kîloya hingivê Erdexanê wê bi 200-250 lireyî bê firotin.

Serokê Yekîtiya Mozvanan ya Erdexanê Îlhan Evliyaoglu ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand wan dest bi berhevkirina hingiv kiriye û wiha axivî: "Îsal heyameke bibereket e. Niha li gor par hingiv ji sedî 80 zêde bû. Hin herêman ji v jî zêdetir e. Hêviya me ew e ku her sal wek îsal baş be."

Sedat Dundarê li gundê Tepelerê mozvaniyê dike jî got ew kêfxweş in ku îsal hingiv zêde ye û ew ji her yek kewarê 20-30 kîlo hingiv berhev dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın