Jiyan

Berfa li Qesra Îshaq Paşa tê avêtin

Li Qesra Îshaq Paşa ya li Bazîda navçeya Agiriyê ku yek ji berhemên dîrokî yên sereke yên li Rojhilatê ye xebatên paqijkirina berfê dan destpêkirin.

Elif Irmak   | 03.03.2021
Berfa li Qesra Îshaq Paşa tê avêtin

Ağrı

Li Qesra Îshaq Paşa ya li Bazîda navçeya Agiriyê ku yek ji berhemên dîrokî yên sereke yên li Rojhilatê ye xebatên paqijkirina berfê dan destpêkirin.

Qesra Îshaq Paşa ya li herêma wekî Xala Şaristaniyê tê binavkirin li ser girê 1900 mêtro bilind hatiye avakirin û di nav Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da cî digire bi xweşikahiyên xwe yên tebiî va çar demsalan bala ziyaretvanên herêmî û biyanî dikişîne. Qesra ku niha spî xemilî ye dîmenên gelekî xweşik derxistine holê.

Ji ber berfa ku li herêmê barî Qesra Îshaq Paşa spî xemilî û ji bo ku qesra dîrokî xisarê nebîne û ziyaret dewam bikin dest bi avêtina berfa li hewşê kom bûye kirin.

Ekîban bi makîneyên berfê û berfokan va berfa li qesra dîrokî paqij kir.

Gulbahar Yagizaya ji Mêrdînê hate ziyareta herêmê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku gelekî ket bin bandora qesra dîrokî û got ku "Me biryar da ku em li Herêma Rojhilatê Anadoluyê derkevin geştê. Yek ji cihên ku min bi taybetî dixwest bibînim Qesra Îshaq Paşa bû. Ev der bi berfê xemilî ye û mirov dibe heyranê wê."

Yagizayê got ku di emrê xwe da cara ewil e ku ev qas berfê dibîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın